CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da

  • jin
  • 16:50 9 Sibat 2023
  • |
img
ENQERE - CFWIJ’ê têkildarî astengkirin û binçavkirina rojnamegeran li herêmên erdhejê daxuyaniyek da û wiha got: “Rojnamegerî di tu serdeman û di serdemên krîzan de sûc nîne.” 
 
Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de (CFWIJ), têkildarî astengkirin û binçavkirina rojnamegeran a piştî ragihandina OHAL’ê li herêmên erdhejê raporek parve kir. 
 
Di raporê de girîngiya medyaya civakî ya ji bo koordînasyona alîkariyê hate vegotin û ev tişt hatin gotin: “Di roja ewil a erdhejê de kesên di bin kavilan de mayîn, yên li benda alîkariyê li ser Twîtterê karîn dengê xwe bidin bihîstin. Bi saya vê jî gelek kes hatin rizgarkirin û alîkarî gihişt gelek deveran. Di roja sêyemîn a erdhejê de jî sepana tengkirinê ya Twîtterê kete meriyetê. Her wiha bikarhinêran nekarîn xwe bigihînin platformên weke Tîktok û Instagramê. 
 
PIŞTÎ OHAL’Ê MUDAXALEYÎ ROJNAMEGERAN KIRIN 
 
Di roja duyemîn a erdhejê de ji bo 3 mehan OHAL hate ragihandin. Her wiha rojnamegerên ku bi mexdûrên erdhejê re roportajan dikin ji qadê hatin dûrxistin û hatin astengkirin. CFWIJ bi rojnamegerên li herêmê re axivîn. Rojnamegeran got ku piştî ragihandina OHAL’ê, polîsan ji wan akredîtasyon û qerta çapemeniyê ya turkuazê dipirsin. Rojnameger di vê mijarê de bi rayedarên walîtiyan re axivî ne û wan jî jê re gotine ku haya wan ji vê sepanê nîne. Ji ber ku di navbera rayedaran de lihevkirinek çênebû, rojnameger heta demekî dirêj hatin sekinandin. 
 
DEST DANÎN SER QERTÊN ÇAPEMENIYÊ 
 
Di 8’ê sibatê de li herêma erdhejê rojnameger hatin binçavkirin û piştre hatin berdan lê dest danîn ser qertên wan. Ne tenê rayedaran lê rojnamegerên alîgirên hikûmetê jî rojnamegerên li qadê hedef nîşan dan. Rojnamegerê yenî Şafakê Taha Huseyîn Karagoz li ser Twîtterê nûçegihana ETHA’yê Elîf Bayburt bi îdiaya ‘propagandaya terorê’ tawanbar kir. Wêneyê Bayburt û qerta wê ya çapemeniyê ji dûr ve kişand û li ser medyaya civakî parve kir. 
 
LI ŞÛNA ASTENGKIRINAN ALÎKARIYÊ BIKIN 
 
Divê rayedar li şûna astengkirina rojnamegeran, ji bo rojnameger karê xwe bi rêk û pêk bikin jê re bibin alîkar. Di karesateke wiha mezin de kesek nikare gefê li rojnamegeran bixwe, asteng bike û ceza bike. Em dixwazin ku li şûna astengkirina rojnamegeran, alîkariya mexdûrên erdhejê bikin. Rojnamegerî ne tu serdeman de û ne jî di rewşên wiha yên krîzê de sûc nîne.”