Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin

  • jin
  • 09:33 2 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL - Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê piştî li Stenbolê hat avakirin, armanc dikin ku li dijî tundî û desthilatdariya mêr xwe li 81  bajarên Tirkiyeyê bi rêxistin bikin. Endamên Meclîsê, diyar kirin ku dê di her qadê jiyanê de têkoşînê pêş bixin. 

Jinên ku di 29'ê Tîrmeha 2017'an de bi dirûşmeya "Dest nede kincên min" hatin gel hev, di 6'ê Tebaxê de li Parka Demokrasî ya Maçkayê formek li dar xistibûn û di formê de biryara avakirina Meclîsên Jinan dabûn. Piştî vê biryarê jin li bajar, navçe û zanîngehan xwe bi rêxistin kirin û Meclîsa Jina ya Tirkiyeyê ava kirin. Meclîsa Jinan a Tirkiye bi tevlêbûna zêdeyî 500 jinên ku ji 30 bajaran hatin kom bûn yekem civîna xwe pêk anîn. Civina Meclîsa Jinan a Tirkiye li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Stenbolê pêk hat. Li salona civînê dowîzên “Em dê cînayetên jinan rawestînin", “Jin dê ranewestin" û “Em de îstîsmarê zarokan rawestînin" daliqandin. Jinan di 11'ê Adarê de li Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Maltepeyê kom bûn û "Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê" ava kirin.  Piştî meclîs hat avakirin û encamnameya civînê bi raya giştî re hat parvekirin, Endama Meclîsa Jinan a Tirkiye Melek Onder, diyar kir ku wan hemû mijarê ku jinê eleqeder dike di civînê de niqaş kiriye û wiha got: "Me di civînê de cînayetên jinan, îstîhdama jinan, pêşeroja Tirkiye, di hilbijartinê de rol û erka jinê, dîsa ji bo xwe bigînin hemû jinên di hemû qadên civakê de niqaş meşandin. 
 
‘ARMANC EM LI 81 BAJARAN XWE BI RÊXİSTIN BIKIN'
 
Onder, anî ziman ku ji her fikrê û ji her tarza jiyanê jin di bin baneyê meclîsê de kom bûn û armanc dikin ku xwe li 81 bajaran bi rêxistin bikin. “Hemû jin mafê xwe yê nûjen heta dawî diparêzin. Li dijî van êrîşên li ser mafê wan muxatabê hiqûqî dixwazin û çareseriya mirovane dixwazin. Gelek biryarên şênber ku bi lezgîn têkevin meriyetê hatin stendin. Di tundiya li ser jinê û îstîstismara zarokan de jin dê bi tenê nemînin. Di cînayet û îstîsmara li ser zarok û jinan de dê hemû jin bi hevre tev bigerin. Li ser pêdiviyan dê komîte bên avakirin. Em de li 81 bajarên Tirkiye xwe bi rêxistin bikin. Em dê li Zanîngeh û Lîseyan meclîsê jinan ava bikin. Em dê pêşniyarên li derve jî li ber çavan bigirin û di nava bajaran de koordinasyonê pêş bixin. Em dixwazin Koordinasyona Tirkiye ava bikin. Dîsa em dixwazin civîna Meclîsa Jinan a Tirkiye bi rêk û pêk berdewam bikin. 
   
Onder anî ziman ku wekî heta niha dê li dijî tundî, zextan têkoşîna xwe berdewam bikin û doza tundiya li ser jinan bişopînin û wiha got: "Em dê tekoşîna xwe li hemû zanîngeh, bajar û klanan belav bikin. Em dê bi avakrina meclisan xwe bigînin hemû jinan û fikran û ji bo mafê wekhev yê hemû jinan mafê wekhev  gotinê bidin jinan. Dê her her jin bi fikr û rengê xwe xwe bibîne. Ji bo kuştina Alara Karademir ya bi şik bê ronîkirin, me li pêş zanîngehê çalakî pêk anî. Em dê li dijî hevalên me yên jin ên tên kuştin bêdeng nemînin.  Em dê li dijî İsmail Kahraman û hemû dijminên jinan li kolan, qad û hemû qadên jiyanê di nava jiyanê de cih bigirin. Em dê li her derê tekoşîna xwe berdewam bikin." 
 
EM DÊ BI ÇALAKIYÊN XWE ZAGONAN TÊXIN MERIYETÊ 
 
Onder, anî ziman ku tundî û zexta li ser zarok û jinan zêde dibe û wiha got: "Li Tirkiye di vê pêvajoya ku tundî zêde dibe rol û erka ku Meclîsa Jinê ya Tirkiye tîne ser milê xwe gelek e. Em dê destûr nedin ku li dijî mafê jinê zagon derkevin. Dîsa ji bo zagonên mafê jinê biparêzin em dê têbikoşin. Ji bo tundiya li ser jinê kêm bibe û vîna siyasî bi hêz bibe, dîsa jibo hikûmet cînayeta jinan rawestîne û îstîsmara zarokan bi dawî bibe em dê zorê li hikûmetê bikin. Ji bo maf bibin zagon û têkevin meriyetê em dê çalakiyên xwe berdewam bikin û belav bikin. Em dê peymana Îstanbol bînin bîrê. Dîsa ji bo zagna parastinê ya hêjmar 6284'an bi çalak pêk bê em dê têkoşîna xwe bêtir xurt bikin. Em dê hişmendî û zanebûnê pêş bixin. Em dê hêza wan a cewherî nîşanî wan bidin." 
 
LI CIHÊ ZEXT LÊ HEBIN TEKOŞÎN JÎ HEYE
 
Onder, da zanîn ku di serdema dawî de zext û tundiya li ser jinê pêş dikeve ne ji rêzê ye û li ku tundî û zext hebe ew dê li wir têkoşîn û şewirmendiye xurt bikin. Ji niha û şûnde dê jin ne bi tenê bin û tenê nemeşin. Neviyê cîhanê jin in. Dê hêza tu kesî tune be ku mafê me ji destê me biigirin. 
Ji ber vê yekê her jin li herêm û bajarê xwe li zanîngeh û dibistanan divê bibe endamê meclîsa jinan. Divê her jin li herêma xwe meclisa jinan ava bike." 
 
MA / Necla Demîr