Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin

  • jin
  • 20:00 1 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin.
 
Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna LI Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan bîlançoya şîdetê ya sala 2022’yan eşkere kir. Rêvebera Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan Fînik Şefîqeyê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di sala 2022’yan de 15 hezar û 895 dosyeyên şîdeta malbatî li saziya wan hatine tomarkirin ku ji van dosyeyan 15 hezar û 160 jê şîdeta li hemberî jinan bûne û 459 jê jî dosyeyên taybet ên malbatan bûne.
 
Li gorî bîlançoyê heta niha 4 hezar û 946 dosye tên lêkolînkirin û 8 hezar û 643 dosya hatine çaresekirin û ji wan 2 hezar û 605 jê ji dadgehê re hatine şandin.
 
Bîlançoya şîdeta 2022’yan wiha ye:
 
Şîdeta fîzîkî (lêdan) 3 hezar û 515
 
Şerkirin, 3 hezar û 403
 
Gefxwarin û tacîza jinan, 2 hezar û 609
 
Nesadiqbûna zewacê, 539 bûyer
 
Şîdeta devkî, 420
 
Xapandin, 267 bûyer
 
Ji malderxistina jinan, 432 bûyer
 
Fînik Şefîqeyê eşkere kir ku par 2 hezar û 555 jinan serî li Navenda Şêwirmendiya Malbatî dane û 7 hezar çalakiyên hişyariya li beramberî şîdetê hatine kirin.
 
Şefîqeyê destnîşan kir ku ji ber şîdetê biryara girtina 4 hezar û 437 kesan hatiye dayîn û ji van 3 hezar û 561 bikerên şîdetê hatine girtin.
 
Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin.