Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da

  • jin
  • 21:34 25 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL- Bi sedan jin ku bi munasebeta 25'ê Midarê li Kolana Îstîkalê kom bûn , bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li ber xwe dan.
 
Li Stenbolê bi sedan jin, bi pêşengiya Platforma 25'ê Mijdarê bi berzkirina dirûşmeya, "Em ji bo azadiya xwe bêdeng nabin, Dest ji jiyana xwe bernadin û ji dewleta mêrî re îtaetê nakin" li Kuçeya Yazgan hatin cem hev. Li gel ku polîs hemû kuçeyên Beyogluyê dorpêç kirin jî, jinan guh li astengiyan nekir û bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ber bi Qada Tunelê ve dest bi meşê kirin. 
 
Jinên ku dest bi meşê kirin dirûşmeya, "Em bi şev jî kuçe, kolan û qadan terk nakin" berz kirin. .
 
Li gel ku gelek kolan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin jî jin ji a xwe daneketin xwarê bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Dewleta kujer" li ber xwe dan.