Jinên girtî ji bo kongreya SKM peyam şadin: Dê ji qezenc bikin

  • jin
  • 14:37 25 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tuncel ji bo 4’emîn Kongreya Giştî ya SKM peyam şand û got: “Li dijî şer û dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin û pîştevanî mezin kirin ji her demê girîngtire.” Ji malbatên Pirsûsê Sultan Yildiz jî, diyar kir ku rojên herî tarî yên welat li Pirsûsê destpê kirin.”

Jinên girtî ji 4’emîn Kongreya Giştî ya Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) re peyam şandin û banga mezinkirina piştevanî û berxwedanê li jinan kirin. 
 
‘JI BO PIRSÛS Û HEMÛ KESÊ EDALET”
 
Sultan Yildiz a di komkujiya  Pirsûsê de hevjînê xwe Cemîl Yildiz winda kir li ser navê malbatên Pirsûnê di kongreyê de axivî û wiha got: “Îro peywirek mezin dan min. Gava ez diaxivîm pir zehmetiyan  dikişînim. Ez li ser navê malbat û jinên li Pirsûsê hatin qetilkirin diaxivim. Di ser komkujiya  Pirsûsê re 33 roj derbas bûn. Hîna jî edalet nehatiye cih. Rojên herî tarî yê vî welatê di komkujiya Pirsûsê de dest pê kirin. Heya ku jin nebin yek dê nekarin pêş de jî biçin. Ji bo Pirsûs û hemû kesê edalet.”
 
TUNCEL: AZADÎ BI RÊXISTINBÛYÎNA JINAN PÊKANE
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî Girtîgeha Kandirayê ji kongrê re peyam şand û di peyama xwe de wiha got: “Emê bi hêviyek mezin ber bi azadiyê ve bimeşin. Ez kongreya we ya giştî silav dikim. Rizgariya jinê bi hêza jinê ya rêxistinbûyî pêkane. Encex hêza jinê ya birêxistin kirî, karibe civakeke rêxistinkirî ber bi azadiyê ve bibe.”
 
 
Tuncel, da zanîn ku jin dikarin cîhanê biguherin û wiha bi dawî kir: “Destpêkê divê em guhertinê ji xwe destpê bikin. Ji bo têkoşîn û keda jinê bi xuya kirin, pêwîstî bi mezinkirin piştevaniya jinê heye. Ez  ji kongreya we re serkeftin ê dixwazim. Bijî piştevaniya jinê. Bijî yekîtiya jinê. Jin jiyan azadî. 
 
TJA: DÊ FAŞÎZM WINDA BIKE EFRÎN QEZENC BIKE
 
Tevgera Jinên  Azad (TJA) jî peyam şand û kongre silava kir. TJA’yê, diyar kir ku ewê tu carî tecrît, şer, kincên yek tîpî, rejîma OHAL’ê qebûl nekin û wiha pê de çû: “Em carek din bêjin emê bi ruhê berxwedana Efrînê xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin û qezenc bikin.  Emê  li  dijî faşîzm û dagirkeriyê bi ruhê berxwedana Efrînê berxwedanê mezin bikin. Em bi vê ruhê kongreya wê silav dikin û serkeftinê dixwazin. Dê faşîzm winda bike, Efrîn qezenc bike. Dê faşîzm winda bike, jin dê qezenc bikin.”
 
Dûrê Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî derket kursî û bal kişand ser binpêkirinên  mafên mirovan ên jinan. Piştî Yolerî Endama Platforma Şaxa KESK’ê Ayfer Koçak a bi KHK’ê ji kar hat avêtin axivî.
 
YEKITIYA JINÊN SOSYALÎST ÊN EWROPAYÊ: JIN LI BER XWE DIDIN
 
Yekitiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê jî peyam şand û wiha got: “Dîktatoriya AKP û Erdogan vîna jinan dişkîne. Jin dê vê tarîtiyê bicirînin û azadiyê bigirîn. Bi hêza şoreşgeriya jinê ya li Efrînê re, jiyana nû ya li Rojava ava bûyî dê bigihije serkeftinê.
 
TUTUKLU GAZETECİLER: ASLA GERİ DURMADIK
 
Nûcegihanên ETHA yên girtî Îsmînaz Temel û Havva Cuştan jî ji girtîgehê peyam şandin û soza azadî û berxwedanê dan. Endama Jinê Ciwan ê Azad Halîn Yilmaz jî bal kişand ser pirsgirêkên jinên ciwan dijî û got niha gelek jinên ciwan girtîne.  
 
Endamên MYK’a SKM’ê Pinar Turk, Sezin Uçar, Denîz  Aktaş û Endamên Meclîsê Ozlem Gumûştaş, Îsmînaz Temel û Dîdar Gul jî peyam şand û kongre li hemû jinan pîroz kirin.  
 
Piştî mêvanan jî axaftin kirin, kongre ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.