Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand

  • jin
  • 14:17 25 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna Tevna Jinê strana bi navê “Jîna” ya gotin û muzîka wê aydê Saadet Akin e di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navnetewî ve, ji nû ve strandin û parve kirin. 
 
Piştî ku Jîna Emînî li paytexta Îranê ya Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hate qetilkirin bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” berxwedana li dijî rejîma Îranê di demeke kin de belavî her derê cîhanê bû. Gelek jinên ji dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” sûd girtin, gelek nivîs, helbest nivîsandin, stran amade kirin. 
 
Saadet Akin a ji sala 2015’an ve di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, ji ber qetilkirina Jîna Emînî û têkoşîna jinan bi zaravayê kurmancî yê kurdî strana bi navê “Jîna” nivîsand. Akin, bi telefonê bi malbatê re axivî bû, ev stran gotibû û berxwedana bi pêşengtiya jinê ya li Rojhilat silav kiribû. 
 
Strana Akinê Komîna Tevna Jinê jî ji nû ve sererast kir û strand. 
 
BERXWEDANA KU VEGUHERIYE AWAZÊ
 
Hunermenda Kurd Devrîm Demîr têkildarî parvekirina stranê ya 25’ê Mijdarê ev tişt gotin: “Ev stran meh û nîv berê ji dengê xwediya wê ji hêla çavkaniyên nûçeyan ve hate weşandin. Stran piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve, bû awaza berxwedana bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ hatiye destpêkirin. Stran bûye awaza têkoşîna jinê.”
 
HEZAR SILAV LI BERXWEDANA JINAN  
 
Demîr, destnîşan kir ku wan piştî ku ji dengê Akin stran guhdar kirine, biryar dane ku bi awayekî profesyonel qeyda stranê bigirin û diyarî pêvajoyê bikin. Devrîm ev pêvajo wiha şîrove kir: “Ji ber ku Saadet Akin 7 sal e dîl hatiye girtin û derfetên wê nîn e ku strana xwe bi awayek profesyonel bide qeydkirin û bigihîne jinan û civakê. Me xwest ku em bibin dengê wê yê li derve. Parvekirina strana ku têkoşîna jinê, serhildana jinê ya li dijî zilmê vedibêje, di vê rojê de weşandin watedartir dibû. Ev stran silava Saadet Akin a ji têkoşîna jinê ya azadiyê, serhildana dijî zilmê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li ser Jinê ya Navnetewî ye. Em tenê bûn dengê wê.”
 
Kesên dixwazin dikarin ji vê lînkê stranê guhdar bikin: (https://youtu.be/lnZY0XyfbDA)
 
Gotinên stranê wiha ne: 
 
JÎNA
 
Jîna hevalbenda dîlbera Dimdimê
Dayê Gewher bi şîr mijand, mezin kir bi vejînê
Çilkeziyên Jîna me, ala şoreşa jinê 
Her guliyek bi rîh û can, şervanên Kurdistanê 
 
Jîna jîn da bû jin jiyan, bû çirûskek li Rojhilat 
Bi navê te sond dixwin em
Jin Jiyan Azadî 
 
Di sal û sedsalên tarî, kenê te bû ronahî 
Li heft parzemînan, bi heft rengên keskesorî
Canê te jîn dide, Roj hiltê li Cîhanê 
Hildiweşe têk diçe, pergala pederşahî 
                            
Rûyên reş hişmendî reş, pak nabin bi şalên reş
Por kin e guneh tine, azadî bi sînor nîne 
Kal e pîr e jin û mêr, bang dikin bi navê te
Jana Jîna raza jiyan, tu helwesta vîna me
                        
Di berbanga sor de, bi agirê Medî ve 
Bixemlînin bejn û balê, bi xeftanê sipî ve 
Ji Seqiz ta Çarçira, dibim dengê Zagrosa 
Diçirînim alên reş, bin ve dixim Jinkujan