Li Êlihê jin ji meşê re amade ne: Em ê dengê xwe bilind bikin

  • jin
  • 13:23 24 Mijdar 2022
  • |
img
 ÊLIH - Jinên ku ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê were lidarxistin banga tev li bûna xurt kirin, bi lêv kirin ku li dijî tundiyê wê li qadan dengê xwe bilind bikin.   
 
 Li Êlihê amadekariyên meşa bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî were lidarxistin, hatin temamkirin. Jinên ku li navenda bajêr û li navçeyan xebatên xwe dimeşînin jibo meşa sibê li Parka Yilmaz Guney pêk were banga tev li bûnê kirin. Sûltan Coşkûn (55) a diyar kir ku wê tev li meşê bibe, anî ziman ku saya têkoşîna jinên kurd, jinên ku li ser sifreyê jî cih nedigirtin hatine asta ku rola pêşengtiya civakê bigirin ser xwe. 
 
‘JINA BI HÊZ CIVAKA BI HÊZ E’ 
 
Coşkûn, bi lêv kir ku jina bi hêz civaka bi hêz e û wiha got: “Bi têkoşîna ku jin didin, kurd hatin asta ku rojeva cîhanê diyar bikin. Yekitiya jinan gelek girîng e. Qasî ku jin bibin yek dê bi hêztir bibin. Têkoşîna azadiya kurd nebûya ferqa jinê û koleyan nedibû.” Coşkûn, bi lêv kir ku tev li bûna meşa li navenda bajêr pêk were girîng e.  
 
 Riskiya Yildiz a anî ziman ku ji bo meşê amade ne, bal kişand ser tundiya li dijî girtiyan û wiha got: “Em di bin zext û zilmê de ne. Daxwazeke me ji Erdogan nîne. Birayê min 36 salan ceza girt. Niha di girtîgehê de ye û li vir di serî de tundiya psîkolojîk bi her cure tundiyê re rûbirû dimînin. Divê jin li dijî tundiyê li ber xwe bidin. Divê em tu zext û zilmê qebûl nekin. Aqlê zilam tu caran tiştekê nade jinê. Jin bi têkoşîna dide destkeftiyan bi dest dixe.” 
 
‘DIVÊ JIN BERTEK NÎŞAN BIDIN’  
 
 Yildiz, anî ziman ku ji bo jin bertekên xwe bînin ziman divê li qadan têbikoşin û wiha got: “Werin em vê berteka xwe di meşê de bidin nîşan dan. Çi ji destê kê bê divê bike.” 
 
Gurbet Bozyîgît jî diyar kir ku jin bi tundiya psîkolojîk, fîzîkî, aborî û civakî re rûbirû dimînin û wiha axivî: “Civak niha di bin tundiyê de ye. Tundiya bi her awayî li jinan tê kirin. Hewl tê dayîn ku destkeftiyên jinan ji holê bên rakirin. Jinên ku bi dayîna canên xwe li dijî vê li ber xwe didin hene.” Bozyîgît, destnîşan kir ku jin mezin li ber xwe didin û axaftinên xwe wiha domandin: “Têkoşîna hebûna jinan heye. Bi hezaran jinên ku pêşengtiyê ji vê re dikin hene. Em tev li meşa ji bo pêşerojên xweş tev li meşa sibê bibin. Dema jin bi hev re bin, bi girseyî bin û azad bin bi hêz in.”