Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin

  • jin
  • 15:59 21 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Amed û Antalyayê banga beşdariya çalakiyên dê li dar bixin kirin. 
 
Jinan li Amed û Antalyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî ji bo beşdariya meş û daxuyaniyan bang kirin. 
 
AMED
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û pêkhateyên Tora Têkoşîna Tundiyê di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de li taxa Hûzûrevlerî ya Peyasa Amedê belavokan li jinan belav kirin û banga beşdariya çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin. 
 
Jinan bal kişand ser tundî û kuştinên jinan û destnîşan kirin ku ew bi ruhê dirûşma “Jin jiyan azadî” hemû jinan vedixwînin meşa 25’ê Mijdarê. 
 
Jin dê di 25’ê Mijdarê de li Durêya Dunyayê ya li Dîclekentê heta Parka Rojava meş li dar bixin û daxuyanî bidin. 
 
ANTALYA
 
Platforma Jinan a Antalyayê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya Egîtîm Sena Antalyayê civîna çapemeniyê li dar xistin û bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kirin. Çîgdem Altintaş Peker di civînê de axivî û got ew ji bo li dijî tundiyê rabin di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Peker anî ziman ku ew ê roja 25’ê Mijdarê li Meydana Attalos saet di 18.30’an de daxuyaniya girseyî bidin û jinan vexwend daxuyaniyê.