Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe

  • jin
  • 09:11 24 Adar 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê, Yuksel Aktîmûr datliyên kilor çê dike û difiroşe. Yuksel got ew bi vî awayî debara malê dike û datliyên wê pir xweş in. 

Li Taxa Çîlekê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê Yuksel Aktîmûr (50) ji bo debara malê bike, datliyên kilor çê dike. Aktîmûr, li kêleka riya li taxa wan dezgehê xwe vedaye û datliyên ku çê dike difiroşe. 
 
Aktîmûr anî ziman ku şeveqê zû hişyar dibe, pêşî karê malê dike û dûr re hevîrê datliyan çê dike. Aktîmûr got: “Ez datliyên zaf çêjdar çê dikim. Herkes diecibîne. Ji bo debara zarokên xwe bikim hînî çêkirina datliyan bûm û difiroşim.” 
 
Aktîmûr bi lêv kir ku fiyetê arvan û şekir biha ne. Aktîmûr diyar kir ku ew heta saet dehê şevê dixebite û êvaran hevjînê wê Halîl Aktîmûr jî aliyê wê datliyan difiroşe.