Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin

  • jin
  • 13:06 11 Mijdar 2022
  • |
img
SÊRT - Derket holê ku zaroka bi navê Berfîn Ep ku dihate îdiakirin li navçeya Berwariyê xwe kuştiye, hatiye qetilkirin. 
 
Hatibû îdiakirin ku Berfîn Ep a 14 salî di 28’ê gulana 2020’an de li zozanên Çemê Karê yên navçeya Berwarî ya Sêrtê bi çekê xwe kuşti bû. Di lêpirsîna ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Sêrtê dihat birêvebirin de derket holê ku hatiye qetilkirin. Hate diyarkirin ku Ep ji bo pez biçerîne çûye zozanan û ji aliyê zarokê bi navê M.G. yê 14 salî ve hatiye kuştin. Derket holê ku bûyer weke xwe kuştinê hatiye nîşandan. 
 
M.G. bi fermana Dozgeriya Komarê ya Berwariyê di 9’ê mijdarê de hate binçavkirin. M.G. ji aliyê dadgeha ku sewqî wê hate kirin ve bi sûcdariya “kuştina bizanebûn” hate girtin û ew birin Girtîgeha Zarokan a Amedê.