Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin

  • jin
  • 14:31 25 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Girtiya nexweşa giran Tenzîle Acar a li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, di axaftina telefonê ya bi malbata xwe re kiriye de bi lêv kir ku bi ser qawişên wan de girtine û ew derbkirine. 
 
Girtiya nexweşa giran Tenzîle Acar a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kiriye de ragihand ku gardiyanan bi ser qawişan de girtine û dest danîne ser hin tiştên wan. Acar, diyar kir ku piştî serdegirtinan gardiyanan hemû girtiyên di qawişê de derb kirine. 
 
Acar, da zanîn ku pêkanînên li girtîgehê her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçin û xwest ku rayagiştî li dijî vê yekê hestiyar be.