Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye

  • jin
  • 16:04 5 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jineolojiyê diyar kir ku êrişa li dijî Nagîhan Akarsel, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên kurd e û wiha got: "Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê û azadiyê ku Nagîhanê diparast, pêşvedibir e."
 
Kovara Jineolojiyê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina endama Lijneya Akademiya Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel ya li ber deriyê mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniya bi serenavê "Em zîhniyeta ku endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel qetil kir nas dikin û baş dizanin!" hate dayîn de bang li hemû tevgerên şoreşger û jinan kir ku xwedî li mîrateya Nagihan derkevin, zanîst û şoreşa jinê mezin bikin û ji bo ronîkirina hêzên tarî yên li pişt komkujiyê têbikoşin.
 
Kovara Jineolojiyê di berdewama axaftina xwe de wiha got: 
 
"Nagîhan Akarsel ku di warê jineolojiyê de ji bo avakirina hêza rewşenbîrî ya ku jin û gelan bi şoreşê re tîne cem hev, bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşengiya wê kir, li Silêmaniyê hat qetilkirin. Piştî kuştina Nagîhanê jin bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' daketin qadan. Em dibînin ku pergala serdest a mêr ku li Îranê jina kurd Jîna Mahsa Amînî qetil kir xwe dubare dike.
 
JIN BÛNE BÎRANÎNA DÎROKA BERXWEDAN Û JINEOLOJIYÊ
 
Nagîhan a ku di hemû jiyana xwe de kedeke mezin daye têkoşîna azadiya jinê, ji bo pêşxistina jîneolojî, zanista şoreşa jinê, ji bo hevdîtina bi jinên cîhanê re bi keda mezin roleke pêşeng lîstiye. Nagihan bi xebatên xwe yên rewşenbîrî, semantîk yên di warê jineolojiyê de, bi hemû jiyana xwe ya ku veguheran berxwedan û têkoşînê, bi pêxistina yek ji mezintirîn meşaleya heqîqeta jinên ku dihat xwestin di tariyê de bimînin. Jin bûne bîranîna dîroka berxwedan û jineolojiyê.
 
ÊRIŞA LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ YA JINÊN KURDISTANÊ YE
 
Zîhniyeta qirker a serdest a mêr û gihandina wê weke netew-dewletê; bi taybet jin, îradeya jinê, bedena wan û nasnameya jinên pêşeng ên şoreşê hedef girtin û qetil kirin. Pergal bi vê helwesta xwe hewl dide berxwedana civakî bişkîne û koletiyê ferz bike. Kuştina hevala me Nagîhan ku yek ji van nasnameyên pêşeng ên şoreşê ye, ne ji nasnameya wê ya kurdewarî û jinê cuda ye. Ev êrîş êrîşa li dijî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê û têkoşîna wan a azadiyê ye ku di sedsala 21’an de pêşengiya şoreşa jinên cîhanê kirin.
 
NAGÎHAN AKARSEL RÛMETA ME YE
 
Em wekî lijneya Jineolojiyê; di kesayeta Endama Lijneya Kovara me û endama Navenda Lêkolînên li ser Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, vê êrîşa namerdane ya  li ser jinê û li ser şoreşa jinê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû jinên şoreşger ên cîhanê dikin ku xwedî li mîrasa ku Nagîhanê dewir girtibû derkevin û ji bo ku kujerên wê bên aşkerakirin û darizandin têkoşînê bidin. Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê û azadiyê ku Nagîhanê diparast, pêşvedibir e
 
Nagîhan Akarsel rûmeta me ye û bê mirin e."