Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin

  • jin
  • 15:29 5 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Di danişîna doza girtina KCDP’ê de malbat weke şahid hatin guhdarîkirin. Malbatan got; “Li Tirkiyeyê komeleyên ku destdirêjiyê li zarokan dikin hene. Çima van komeleyan nagirin lê hewl didin komeleya ku dixwaze pêşî li ber qirkirina jinan bigire, bigirin. Em vê qebûl nakin.” 
 
Duyemîn danişîna doza Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) ku bi îdiaya “çalakiyên li dijî exlaq û qanûnan” tên darizandin, li 27’emîn Dadageha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de parêzerên komeleyê amade bûn. Her wiha Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan, nûnerên Konsolosxaneyên Swêd û Hollandayê, Nûnera PEN’ê Caroline Stockford, Endama Komîsyona Wekheviya Derfetan a Jin Mêran a Meclisê û parlamentera CHP’ê Jale Nûr Sullu, parlamentera CHP’ê ya Denîzliyê û Cîgira Seroka Giştî ya ji Mafên Mirovan Berpirsyar Gulîzar Karaca Bîçer û Cîgira Serokê Giştî ya Baroya Stenbolê parêzer Nazan Moroglû danişîn şopand.
 
Beriya danişînê, jinan daxuyanî da. Tevî astengkirin û barîkatên polîsan jî pankarta “Nabe ku Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin bi dozên derhiqûqî bê girtin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de jinan dovîza “Dê tu caran bi tenê nemeşî” vekirin û gelek caran dirûşma “ Jin bi hev re bihêz in” û “Dozên derhiqûqî nikarin pêşî li me bigirin” berz kirin. 
 
‘EM PARÇEYEKE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NE’
 
Di daxuyaniyê de ji ewil xizmên jinên ji hêla mêran ve hatine qetilkirin, axivîn. Malbatan bertek nîşanî hewldana girtina komeleyê dan û peyama piştevaniyê dan. Piştre jî parêzer Selîn Nakipoglû axivî û got ku polîsên îro li pêşiya wan disekinin, ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan tiştekî nakin. 
 
Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav jî doz weke “şerm” pênase kir û got ku ew parçeyeke têkoşîna azadiyê ne lewma xwe bihêz hîs dikin. Cîgira Serokê Giştî yê Baroya Stenbolê Nazan Moroglû jî destnîşan kir ku ji bo komele neyê girtin hatine vê derê û pirsa “Çi sûcê komeleyê heye?” kir. Nûnera PEN’a Norveçê jî got ku divê komele neyê girtin. 
 
114 JIN HATIN GIRTIN
 
Piştî daxuyaniyê jî jin derbasî eywana danişînê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî parêzera komeleyê Rûkiye Leyla Suren axivî û wiha got: “Danişîna ewil a dozê di 1’ê hezîranê de hat dîtin. Ji wê rojê heta niha em beşdarî 72 dozên îstîsmarkirina jin û zarokan bûn. Ji wê rojê heta niha 114 jin hatin qetilkirin û 76 mirinên biguman pêk hatin. Em bi tenê nemeşiyan û ew jî bi tenê nemeşiyan.” 
 
‘BILA EMNIYET BELGEYAN JI DOSYAYÊ DERXÎNE’ 
 
Parêzer Sevda Nûr Bayram jî da zanîn ku tu eleqeya belgeyên ku dadgeh ji emniyetê dixwaze bi komeleyê nîne. Bayram, got ku ji belgeyên dadgeh dixwaze 16 jê yên aydê beriya damezirandina komeleyê ne û xwest ku ji dosyayê bên derxistin. 
 
MALBAT GUHDAR KIRIN
 
Piştî parêzeran, li xizmên jinên hatine qetilkirin hat guhdarîkirin. Bavê Pinar Gultekîn ku ji hêla Metîn Cemal Avci hatibû qetilkirin, Siddik Gultekîn, keça Muhterem Goçmen a ji hêla Serdar Goçemen ve hatiye qetilkirin, Melîs Goçmen û Emîne Akdogan a dayika wê hatiye qetilkirin, hat guhdarîkirin. Malbatan diyar kir ku ew piştgiriyê didin komeleyê û wiha gotin: “Komeleyên ku destirêjiyê li zarokan dikin nayên girtin lê hewl didin komeleya ku pêşî li ber qetilkirina jinan digire bigirin. Em vê yekê qebûl nakin.”  
  
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
 
Şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir û got ku bila ji bo guhdarîkirina xizmên jinên hatine qetilkirin vexwendname were şandin, daxwaza tevlibûnê ya komeleyan red kir û danişîna dozê taloqî 11’ê çileya 2023’yan kir.