Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî

  • jin
  • 15:42 4 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel demekî dirêj ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê xebat dimeşandin. 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Akarsel ku demekî dirêj rojnamegerî û nivîskarî dikir, ji bo ku li Silêmaniyeyê Akademiya Jineolojiyê û Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê bê avakirin, xebat di meşandin. 
 
Akarsel, herî dawî di 12’ê adara 2022’yan de bi JINHA’yê re nirxandin kiribûn. Akarsel wiha gotibû: 
 
“Self determînasyon (Miletek; sînorên erdnîgariyê, rewşa polîtîk û pêşeroja xwe bi îradeya xwe ya azad diyar dike); nasname, dîrok, civak, xweza û hawirdorê dihewîne. Di heman demê de pêkanîna pênc rêgezên rizgariya jinê di nava xwe de dihewîne. A yekemîn ramanê azad, ya duyemîn xebatên azadiya raman, ya sêyemîn bîrdoziya azadiya jinê ku gavên pratîkî yên ji bo xebatên rêxistinî û koordînasyonê îfade dike, ya çaremîn piştî van her sê gavan tê. Divê ji bo pêşvebirina ramanê azad têkoşîn bê kirin. 
 
JINA KU XWE DIGEHÎNE DIKARE XWE BIRÊVE BIBE
 
Heke jinek xwedî ramaneke azad be, dikare derheqê xwe û pêşeroja civakê de biryaran bide. Heke jinek xwe bigehîne, ew jin dikare xwe birêve bibe, civakê birêve bibe û pirsgirêkên civakê çareser bike. Lewma heke jin xwedî zêhneke azad be jî ji bo pêkanîna armancên xwe, hewcehiya xwe bi xebat û planan heye. Ji bo ku jinek bi tena serê xwe besî xwe be û bibiryar be, divê di xalan de xebatan bike. Ya yekemîn; divê besî xwe bin. Ya duyemîn jî hewcehî bi pergalekê heye ku van her du xalan bi awayekî wekhev û bilez birêve dibe. 
 
Bi asta şexsiyetê de hewcekî bi empatî, fedekarî, xebateke baş, organîzasyon, alîkarî û parvekirina agahiyan heye. Qelsbûna di qadên weke asta pirgirêkên tên jiyîn, xwe bi xwe perwerdekirin, kêmaniya lêhaybûna cewherî, pirtûk, muzîk, fîlm û hunerê de, li pêşiya pêşketina jinan astengiyeke mezin e. 
 
DIVÊ DI NAVA MALBATAN DE FERQA ZAYENDÊ HEBE
 
Rêxistinên jinan, pergala perwerdeyê û perwerdeya malbatê, sê navendin ku jin dikarin lê werin perwerdekirin. Ji bo perwerdekirina zarokan divê di nava malbatan de cudahiya zayendan nebe. Weke mînak; dema zarokên keç ji dayik dibin pitikên plastîk didin wan lê dema zarok kur be, çekan didin destê wan. Di asta rêxistinbûyînê de divê bizanin bê ka rêxistin divê çi bikin û dixwazin çi bikin. Divê bi taybet jî li ser medyayê gotinên newekheviya zayendan bi dawî bibin. Perwerdeya rêxistinî û koordînasyon gelek girîng e lê rê û çareseriyeke xweser a têkoşînê heye. Divê gava ewil a ku rêxistin bi taybet jî li ser bisekinin, perwerdekirina jinan e. Divê jin ji ewil xwe nas bikin û piştre mêran perwerde bikin. Ji bo ku jinek bikare bibe xwediya vîna xwe, divê ji hêla manewî ve bê perwerdekirin, xwedî ramaneke azad be û bêtirs be. 
 
Divê jin her tim xwedî nasname be û her biryarek jî di destê jinê de be. Divê biryara heyî ne tenê bi kêrî berjewendiyên partî, siyaset, aborî an jî di berjewendiyên partiyekê bên. Divê biryar bi kêrî berjewendiyên hemwelatî, civak û gel bên. Biryarên ku berhemên aqilê mêrza ne, xizmetê ji civak û xwezayê re nakin. Zîhniyeta pergala serdest, biryarên takekesî û madî yên li ser bingeha menfaetê dide.”