Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand

  • jin
  • 12:48 4 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Jinan li dijî şerên ku berhemên hişmendiya serwer a zilam, damezrandina Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê ragihand. 
 
Jinên ku li Îzmîrê hatin gelhev damezrandina Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê, bi civîna çapemeniyê ya li Şaxa Hejmara 2’yemîn a Egîtîm Sen’ê hate lidarxistin ragihand. Ji bilî nûnerên rêxistinên jinan ên li bajêr gelek jin tev li civînê bûn. 
 
Endama Înîsiyatîfê Dîdar Gul ku li ser navê jinan metnê civînê xwend, diyar kir ku li cîhanê bênavber şer didomin û li dijî vî şerî ji bo aştî were tesîskirin hatine gelhev. Gul, diyar kir ku şer gelek ne dûr e, nêzîk e di nava jiyanê de ye û wiha got: “Ev şerên ku berhemên hişmendiya serwer a zilam in, herî zêde zirarê dide jinan û zarokan. Qesra ku hewl dide desthilata xwe ya yekperest biparêze hewl dide êş û tundiya heyî neyê dîtin di serî de jin û zarok bi hezaran mirovan ji cihê wan dike. Mafên mirovan ên xwe parastin, tenduristî û perwerdehiyê tune tê hesibandin.”
 
LI DIJÎ ŞER HATIN GELHEV
 
Gul, da zanîn ku desthilata siyasî konsepta şer li aliyekî li dijî gelê kurd li aliyê din li dijî karkeran bikartîne û destnîşan kir ku heman desthilat bi talanê re jiyanê jî hedef digire. Gul, bi lêv kir ku ji bo aştî pêk were berpirsyariyek dikeve li ser milê jinan û wiha axivî: “Em ne şer aştiyê dixwazin. Ji ber ku şer, mêtina keda me ya zêdetir e. Şer, tunehesibandina nasnameya me, cihekarî, gotinên nefrete, hilberandina nijadperestiyê ya jinûve ye. Şer di serî de mafê jiyanê, binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn ên weke tenduristiyê û perwerdehiyê ye. Şer, tê wateya zêdekirina zordariya li ser laşên me, bi rêya tacîz û tecawizê weke ganîmetê şer dîtinê ye.”
 
BERNAMEYA ÇALAKIYÊ 
 
Gul, anî ziman ku weke jinên ji beşên cûda û LGBTÎ+’yan bi lêgerîna bersiva pirsa “Aştiyeke çawa?” derketine rê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hewldana xwe gihandina beşên berfireh ên civakê bi hin çalakî û aktîvîteyan Aştiyê ava bikin. Bi civîna xwe ya mezin ku em plan dikin di meha kanûnê de bi bernameyeke berfireh li dar bixin, em armanc dikin ku xebatên xwe derxin asteke din. Em ê çalakiya xwe ya ewil a bi temaya aştiyê di 8’ê cotmehê de saet di 17.00’an de li Îskele Konakê, çalakiya duyemîn jî di 19’ê cotmehê de saet di 18.30’an de li Îskeleya Karşiyakayê li dar bixin. Di vê rêyê de ku me bi hêz û baweriya ku me ji dîroka xwe ya têkoşînê girtiye, em bang li hemû jinan û kesên LGBTÎ+ dikin ku di avakirina aştiyê de bi me re bixebitin û hevgiriyê nîşan bidin.”