Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin

  • jin
  • 12:10 4 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, li Silemaniyê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. 
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. 
 
Rojnamevan-nivîskar Akarsel, dora saet 10.00'an de li ber mala xwe ya li Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hat. Cenazeyê Akarsel ku hate diyarkirin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye, rakirin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê. 
 
Akarsel a li ser nûçegihaniya jinê û li ser jinê gelek lêkolînên girîng kiribûn, di çarçoveya xebatên Jineolijiyê de bi salan e li Silêmaniyê dijiya. Akarsel, di çarçoveya projeyekê de ji bo li Silêmaniyê Akademiya Jineolojiyê û Pirtûkxaneya Jinê ya Kurdistanê ava bike xebat bi rê ve dibirin.