Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê

  • jin
  • 09:16 4 Cotmeh 2022
  • |
 
COLEMÊRG - Piştî dinya hêdî hêdî sar bû, amadekariyên zivistanê jî dest pê kirin. Li Şemzînanê jinan ji niha ve dest bi tijekirina şûşeyan û hişkkirina bacan, îsot û zebzeyên din kirine.
 
Piştî dinya hêdî hêdî sar bû, amadekariyên zivistanê jî dest pê kirin. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jinan dest bi çêkirina şûşeyan û hişkkirina bacan, îsot û zebzeyên din kir. Li gundê Garê yê Şemzînanê Zubeyde Şanli ku ji bo zivistanê şûşeyan dadigire û tirşiyê çêdike bal kişand ser keda jinê. 
‘KEDA JINÊ NAYÊ DÎTIN’
 
Şanli anî ziman ku ji ber ku di zivistanê de fiyetê zebze biha dibe ji niha de haziriya xwe dikin û wiha got: “Jinên li vir gelek kedê didin. Hem di bihar, havînê û hem jî di zivistanê de bêrawestan dixebitin. Hinek jin di wan mehan de bi stokkirina zebze û fêkiyan re mijûl dibin, hin ji wan jî ji bo zivistanê êzingan dikin û wan li pişta xwe dikin û dibin malê. Li gel ev qas eziyetê jî, li bara civakê wekî me tu tişt nekiribe. Hemû tişt ji aliyê jinan ve tên kirin, lê navê me nayê gotin.”
 
QEDEXE
 
Şanli da zanîn ku heya çend sal berê jî her tiştên xwe ji xwezayê bi dest dixistin û got ku lê ji ber qedexeyên li ser zozanan û warên wan ev derfet jî ji destê wan hatiye standin. Şanli wiha domand: “Em berê diçûn zozanên xwe û me pezên xwe bi dilrihetî diçerand û şîrê xwe dibir. Lê êdî tu kes ji ber qedexeyên li ser zozanên me nikare sewalkarî û çandiniyê bike. Ji ber ku li her derî qereqol û baregehên leşkerî hatine çêkirin em nikarin sewalkariyê bikin. Îsal jî eskeran nehiştin em heywanên xwe birin mêrgan biçêrînin. Kesên ku berê bi sewalkariyê re mijûl dibûn, niha betal in."
 
Şanli diyar kir ku tenê daxwaziya vê ew e ku qedexeyên li ser zozanên wan û warê wan bên rakirin û wiha got: “Êdî dixwazim biçim li zozanan û bêrîvaniyê bikim û li zonanan konê xwe vedim. Her wiha dixwazim bi dilrehetî li nav wargehên xwe bigerim û bimînim. Ji ber wê jî hewce ye ku ev şer, xwînrêjî û pevçûn bên sekinandin.”