Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan

  • jin
  • 21:58 26 Îlon 2022
  • |
img
ÎZMÎR – Jinên ku qetilkirina Mahsa Amîniyê şermezar kirin gotin: "Ji bo hilweşandina zilamtiya serdest, em ê tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin."
 
Bertekên jinan ku ji bo Jîna Mahsa Amîniyê ya ji aliyê "polîsên exlaq"ê yên Îranê ve hat qetilkirin daketin qadan, didomin. 
 
Ciwanên ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Îzmîrê, Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hatin cem hev, li Kemeraltiyê meşek li dar xistin. Ciwanan ku pankarta "Jîna tu nemir î, Jîna tu sembol î" hilgirtin, gelek caran dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî berxwedana jinan", "Kurdistan yek welat e, Rojava Rojhilat e" berz kirin.
 
‘EM Ê DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDIN'
 
Ji Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Harûn Yakaç di meşê de axivî û diyar kir ku qetilkirina Amîniyê bû sedem ku gelên Îranê yên bi gelek zextan re rû bi rû dimînin dakevin qadan û bi pêşengiya jinê serî rakin. Yakaç wiha got: "Em xwedî li têkoşîna gelê Îranê yê birêxistinkirî dertên û em ê bi heman têkoşînê bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku bi feraseta baviksalariyê her roj dibe sedema qetilkirina bi dehan jinan hilweşînin. Ji bo hilweşandina zilamtiya serdest, em ê tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin."
 
AYDIN
 
Platforma Piştevaniyê ya Jinan a Aydinê jî ji bo şermezarkirina qetilkirina Amîniyê li Qada Bajêr a Aydinê li hev kom bû. Li qadê ku daxuyanî lê hat dayîn, pankarta “Em li Îran, Tirkiye û cîhanê serî radikin. Hevgirtina jinan sînoran nas nake" û dowîzên ku wêneyên Amîniyê li ser hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de bênavber dirûşmeyên "Jin jiyan Azadî" û "Mahsa Amînî serîhildana me ye" hatin berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya navçeya Aydinê Aysel Batyar Onselê metna daxuyaniyê xwend.
 
Onselê destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna Amîniyê di heman demê de têkoşîna hemû jinan e. 
 
MÛGLA
 
Li Bodrûmê jî jin li ber Dara Jinê ya li ber Şaredariya Bodrûmê li hev kom bûn daxuyaniyek dan. Jin bi kincên kurdî tevlî daxuyaniyê bûn û dowîzên li ser "Jin jîyan Azadî" û "Em li dijî tundiya dewleta mêr serî hildin" nivîsandî hilgirtin û dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Li ser navê jinan Seroka Baskê Jinan a CHP'a Bodrûmû ÛmÛt Anil Ozdogan metna daxuyaniyê xwend.
 
Ozdogan desnîşan kir ku ew xwedî li berxwedana li Îranê derdikevin û got ku ew ê tu carî nehêlin li ser bedena wan desthilatî bê avakirin. Ozgodan bilêv kir ku ew jinên Îranê yên ji bo rûmeta xwe û tayek porê xwe li ber xwe didin silav dikin. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan porê xwe jêkirin û bi wêneyê Jîna Mahsa Amîniyê ve zeliqandin û bi Dara Jinê ya li Qada Şaredariyê daliqandin. 
 
MANÎSA
 
Platforma Jinan a Manîsayê jî bi armanca protestokirina rejîma Îranê li Qada Manolyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Em ê cîhanê bihejînin" hatin berzkirin. Li ser navê jinan Ayşe Yukselê metna daxuyaniyê xwend.
 
Yukselê bilêv kir ku ew ê li dijî êrişên li ser mafên jinên Îranê û jiyana wan tim bitêkoşin û got: "Berxwedana Mahsayê delîla vê ya herî mezin e."