Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin

  • jin
  • 10:03 26 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Jinên ku beşdarî konferansa TJA’yê bûyîn diyar kirin konferans di pêvajoyeke êrişên dijwar de hatiye lidarxistin û bo wan bûye moral. Jinan got; “Dê gotina dawî ya jinan be. Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 24’ê îlonê de 4’emîn Konferansa Jinan bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê li dar xist û konferans du rojan domiya. 
 
Ji gelek herêman gelek jin beşdarî konferansê bûn. Di peyamên konferansê de herî zêde têkoşîna rêxistinkirî ya jinan derket pêş û hat gotin ku êrişên li dijî jinan ji hêla dewletên mêr ve tên sîstematîzekirin û li dijî van êrişan jî berxwedaneke yekgirtî û bihêz a jinan derketiye holê. 
 
'JI BO WERGIRTINA MAFÊN HATINE XESPKIRIN...’ 
 
Fatima Sîlgîr ku ji Wêranşar a Rihayê beşdarî konferansê bûbû diyar kir ku ji bo parastina mafên xwe yên bi dest xistine û wergirtina mafên xwe yên hatine xespkirin tev li konferansê bûye. Bi domdarî Sîlgîr ev tişt anî ziman: “Em dixwazin êdî ji zextan rizgar bibin û azad bibin. Di heman demê de dixwazin têkoşîna hemû jinan bibe yek. Çiqas bibin yek em ê ewqas bihêztir bibin. Cara ewile ez tev li konferanseke wiha dibim. Pir bi kelecan derbas bû. Hewayê vê derê ev nîşanî min da; dema jinê got ez heme, tiştek nîne ku nekare bike.” 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê Ayten Kaya jî diyar kir ku gelek girîng e ku di demekî zext û tundî ewqas zêde bûyîn de beşdarî konferansê bûne. Bi domdarî Kaya bal kişand ser qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê konferansê de ji bo berxwedana bi pêşengtiya jinan li Îranê hatiye destpêkirin jî peyamên girîng ên piştevaniyê hatin dayîn. Em dixwazin ku jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê li ser heman bingehê bên ba hev. Dikare bi vî awayî rê li ber polîtîkayên cihêkar bê girtin. Ji bo ku em bêhtir pêş bikevin û hebûna jinan bidin qebûlkirin, divê em bêhtir hev bigirin.” 
 
'DÊ JIN CÎHANÊ BIGUHERÎNIN’
 
Yek ji beşdarên konferansê Derya Yolcu ku ji Mûşê hatibû baweriya xwe ya bi têkoşîna jinan destnîşan kir û wiha got: “Di halê hazir de dinya ne cihekî wisa ye ku mirovahî bikare lê bijî. Xizaniya jinan û tundiya li dijî wan pir zêde bûye. Di wê baweriyê de me ku em ê bikarin bi têkoşîna jinan pêşî li vê tundiyê bigirin. Di kongreyê de min piştevanî, xweşikî û hêza jinan dît. Bi rêxistiniyeke xurtir re divê em hêza cewherî bêhtir derxîne holê. Li gorî min bi hevdîtinên vî rengî re dê zanebûyîna zayend, hezkirina zayendê bêhtir derkeve holê. Em ê xerabiya heyî bi hêza jinan têk bibin.” 
 
'GOTINA DAWÎ DÊ YA JINAN BE’
 
Têkildarî mijarê yek ji beşdarên konferansê Şengul Polat jî daxuyand ku jinan li dijî “qirkirinê” dengê xwe bilind kirine. Polat, got ku sedsala 21’emîn sedsala jinan e û wiha pê de çû: “Em ê êdî biryarekê bidin. Em ê nexşerêyekê destnîşan bikin. Jin rastî qirkirinê tên û desthilatdariyên faşîst, hebûna xwe li ser tunekirina jinan ava dikin. Em jî li dijî vê hewldanên dibêjin; gotina dawî dê ya jinan be.”  
 
Ji Komeleya Çand Hunerê ya Mezopotamyayê ya Qoser a Mêrdînê Vesîle Yuksel jî bi lêv kir ku weke civak di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û ev nirxandin kir: “Zehmetiyên herî mezin jî jin dijîn. Dê di pêvajoya pêş de hêza jinên kurd careke din pergalê biguherîne. Hem mêr û hem jî dewlet li dijî jinên kurd êrişên piralî pêk tînin. Ev konferans gelek girîng e. Em dixwazin ku temamiya cîhanê hêza jinan bibîne. Di demên dawî de li Şirnexê zêdetirî 10 jin hatin qetilkirin. Her wiha Jîna Amînî li Îranê hat qetilkirin. Jin ji bo Jîna Amînî daketin kolanan. Divê em tu cînayetên jinan asayî nebînin. Hewceye jin li her devera ku jin rastî êrişan tên rabin serhildanê. Em jin, di nava şerekî de ne. Hem li dijî mêr û hem jî li dijî dewletê di nava şer de ne. Lewma jî serhildana li Rojhilat gelek watedar e. Divê li hemberî wan heman bertek were were nîşandan.”
 
Jina bi navê Ayfer Turgut jî ji Wanê beşdarî konferansê bûbû û nêrînên xwe wiha parve kir: “Di konferansê de dîmeneke xurt derket holê. Moral da jinan. Ji bo ku em bihêztir bibin, li dijî pirsgirêkan divê em bibin yek.” 
 
MA / Eylem Akdag - Arjîn Dîlek Oncel