Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye

  • jin
  • 13:52 25 Îlon 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di konferansa TJA’yê de axivî, Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê hate qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Dilê me bi jinên îranî yên li Îranê ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin û li dijî qetilkirina wê derketin re ye.”
 
4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê li dar dixe di roja 2’yemîn de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li konferansê axivî. Bûldan a bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Em îro li vir konferanseke girîng li dar dixin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên me yên keda wan di vê konferansê de derbas bûne, hêza rêxistinî ya jinê derxistine holê û hawireke evqas xweşik pêk anîne dikim.” 
‘DILÊ ME BI KESÊN JI BO AMÎNÎ LI BER XWE DIDIN RE YE’
 
Bûldan spasiya jinên ji welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê tev li konferansê bûne kir û wiha berdewam kir: “Di vê konferansê de beşek ji dilê me li vir e, lê belê beşa din a dilê me bi jinên Îranî yên li Îranê re ye ku ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin û li dijî kuştina wê derdikevin. Beşeke dilê me li vir e, beşek bi Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Aysel Tûglûk, Gulser Yildirim û bi dehan hevalên me yên jin ên navê wan nayê jimartin re ye. Em dizanin ku em li ku derê bin em tên qetilkirin, tacîz û destdirêjî li me tê kirin. Em ji nedîtî ve tên, em tên înkarkirin. Di ser de jî mêr li ser me siyasetê dikin.”
 
BANGA HEVKARIYÊ 
 
Bûldan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li hemû cîhanê jin rastî tundiyê tên. Li her derê tên qetilkirin. Lê ez dixwazim bêjim ku her komkujî, her tundî siyasî û polîtîk e. Li gorî ferman û polîtîkayên dewlet, hikûmet û serdestan em tên qetilkirin û li gorî perspektîfên wan ên li ser jinê em rastî tundiyê tên. Lê bila were zanîn ku em li ku dera cîhanê bin bila bibin, jin wê li dijî her cure tundiyê, li dijî her cure komkujiyan, li dijî her cure înkar û tunekirinê, ji niha û pê ve û li her deverê li ber xwe bidin. Wê li dijî her cure komkujiyan raweste. Jin ji bo ku porê jinekê bi tenê jî xera nebe, neynûka jinekê bi tenê jî li kevir nekeve wê bi hev re tevbigerin, jin wê bibin yek beden, jin wê li ber xwe bidin, jin wê têbikoşin. Ez dixwazim vê sozê careke din ji vê kursuyê bidim. Bila mêr zanibin ku ya li Jîna Amîna hate kirin, ya ku li me her yekê hate kirin e. Yên ku qetil dikin divê zanibin ku li pêşberî we sekneke jinê ya rêxistinbûyî heye. Belê, ji bo em ji niha û pê ve pêşî li her şêwe tundiya li dijî jinê bigirin, divê em bi hevparî, têkoşîn û hevgirtina xwe re tevbigerin. Naxwe tundiya li dijî jinê wê li tevahiya cîhanê bi taybetî li vî welatî û di serî de li dijî jinên kurd zêde bibe. Em dizanin ku eger em bi hev re nesekinin, eger jinên kurd û jinên Tirkiyeyî neyên cem hev, eger bi hev re ne têbikoşin wê ev tundî zêde bibe. Ji ber vê yekê divê em hêza xwe ya rêxistinbûyî û têkoşînê mezin bikin. Lê ez dixwazim bi vê hestê ji vir biçim: ‘Jin, jiyan, azadî’ dirûşmeya hevpar a me hemûyan e. Em biçin ku dera cîhanê jî em dirûşmeya 'jin, jiyan' bibêjin û bigihêjin herkesê. Em nehêlin jinek bi tenê jî bê qetilkirin.”