Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in

  • jin
  • 10:06 25 Îlon 2022
  • |
img
ÊLIH - Jinên ku tev li 4’emîn Konferansa Jinan a TJA’yê bûn bi gotina “Li çiyayên Kurdistanê şer heye” ji bo çareseriyê îşaret bi azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kirin. 
 
Di 4’emîn Konferansa Jinan de ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar di azadiyê de bi israr in” tê lidarxistin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di rojeva wan a sereke de ye. Jinan bal kişand ku tecrîd sedema krîzên li welat û bi taybet binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e û banga “Ji Ocalan re azadî” kirin.  
 
MUXATAB OCALAN E
 
Hevberdevka Partiya Çep a Keskan a Navçeya Navendî ya Êlihê Gulistan Erdînç bal kişand tecrîda ser Ocalan tê pêkanîn û xwest hemû girtiyên ji mafên xwe bêpar tên hiştin bên berdan. 
 
Erdînç, bi bîr xist ku di “Pêvajoya Çareseriyê” de bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin û wiha got: “Ji nişka ve tecrîdeke mutleq lê hate kirin. Ev tecrîd êdî bandora xwe li hemû civakê dike. Faşîzma ku niha li Tirkiyeyê tê meşandin di asta xwe ya herî tund de ye. Li girtîgehan li dijî girtiyên jin û li derve jî li dijî gel êrîş heye. Desthilat her welatiyekî ku daxwaza mafan dike weke terorîst nîşan dide û hedef nîşandanê lînc dike. Weke jin em vê rewşê qebûl nakin. Mijarên sereke yên konferansa îro hinekî di vî alî de ne. Di vê xalê de em hesabê hemû neheqî, komkujiyên li ser jinan, xizaniya jinan dikin û keda jinê hembêz dikin.”
 
PEREYÊN JI ŞER RE TÊN XERCKIRIN
 
Erdînç, bi lêv kir ku tecrîd di kesayeta Ocalan de di serî de jin li hemû civakê tê sepandin û wiha berdewam kir: “Em di wê baweriyê de ne ku jinên kedkar ên Tirkiyeyê di bin tecrîdekê de ne. Jin heta di mutbexên xwe de jî tên tecrîd kirin. Em baş dizanin ku jin ji ber bihabûna vê dawiyê, birçîbûn, bêkarî û newekheviya jin û mêr dikişînin. Ne tenê jinên kurd, hemû jinên li Tirkiyeyê bandora pereyên ji bo şer hatine xerckirin li mutbex û bêrîkên wan dikin, dibînin. Ji bo vê jî divê ji şer û tecrîdê re bibêje na.”
 
Erdînç, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan ên têkildarî tecrîdê û got: “Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Îşkenceyên Esat Oktay ên 12’ê îlonê îro jî dubare dibin. Derketina cenazeyan a her roj ji girtîgehan ne tesaduf e. Em vê qebûl nakin.”
 
‘BILA TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN’
 
Dayika Aştiyê Sûltan Azboy jî destnîşan kir ku gelê kurd tecrîda li ser Ocalan ê weke “Serokê xwe” dibînin qebûl nake û wiha got: “Îro li çiyayên Kurdistanê şerekî giran heye. Dîsa li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran hene. Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Divê tecrîd bê bidawîkirin.”
 
‘HETA KU OCALAN AZAD NEBE EM JÎ AZAD NABIN’
 
Azboy, da zanîn ku ew her roj ji girtîgehan agahiyên mirinê distînin, lê hikûmeta AKP’ê derbarê mirinan de daxuyaniyê nade û got: “Ez ji bo girtîgehan bang li tevahiya cîhanê dikim, dayikên me yên li Amedê ev çend meh in di Nobeda Edaletê de ne. Cenazeyên 45 mirovên me ji girtîgehê derketin. Ez bang li cîhanê dikim; ne kor û ker in, dizanin ku yên di hundir de nexweş in. Li girtîgehan sirgun çêdibin. Girtî di ketina her girtîgeha ku diçinê de rastî ferzkirina lêgerîna tazî tên. Divê her kes ji bo girtiyan destê xwe deyne ser wijdana xwe. Divê her kes rabe ser piyan, meş bên lidarxistin. Li her derê şer heye, her der talan e. Her kes rabe ser piyan. Em ji van mirinan û tecrîdê re bêjin êdî bes e. Heta ku tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin û ew azad nebe, em nikarin ji vê tecrîdê rizgar bibin.”