Gelê Rojhilat ji bo Mahsa Amînî dest bi greva giştî kir

  • jin
  • 14:27 19 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya greva giştî ya ji bo Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin, derabeyên dikanên xwe venekirin. 
 
Jina ciwan a kurd Mahsa Amînî (22) dema ji bo serdana malbata xwe diçû Tehranê, di 14’ê îlonê de ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku pora wê xuya dike hat binçavkirin, derbkirin û qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê çalakiyên protestoyî dest pê kirin û ev çalakî hêj berdewam in. Di heman demê de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Yekitiya Azadî û Demokrasiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî di 17’ê îlonê de banga greva giştî li gelê rojhilatê Kurdistanê kirin. Her wihaq partiyên girêdayî Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistanê, komeke partiyên ji Rojhilat, saziyên civaka sivîl û aktîvîstên siyasî jî banga tevlibûna greva giştî kirin. 
 
Li ser banga partiyan, îro li Rojhilat greva giştî dest pê kir. Di çarçoveya greva giştî de welatiyan li bajarên Seqiz, Sine, Sîno, Bukan û Baneyê derabeyên dikanên xwe venekirin. Di dîmenên ser medyaya civakî de hatin parvekirin xuya dibe ku welatiyan derabeyên dikanên xwe venekirine.