Nîqaşên jin û aştiyê: Armanca jinan avakirina civakeke wekhev e

  • jin
  • 16:24 18 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Fatma Kurtulan a HDP’î di panela bi ser navê “Jin û Nîqaşên Aştiyê” ya HDK’ê de axivî û wiha got: “Têkoşîna jinan, têkoşîneke li dijî zîhniyeta serdest a mêr e. Armanca me avakirina civakeke wekhev e.” Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê Aynûr Cengîz jî got ku ew êdî aştiyeke mayînde ku jin tê de kirde dixwaze. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li avahiya giştî bi ser navê “Jin û Nîqaşên Aştiyê” panelek li dar xist. Moderatoriya panelê Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê Aynûr Cengîz kir û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê û Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê Fatma Kurtulan û aktîfîsta femînîst Ozgu Sakî weke axevêr beşdarî panelê bûn. Di panelê de pankarta “Di avakirina aştiyê de têkoşîna jinan” hatibû daliqandin. 
 
Panel, ji sê rûniştinan pêk hat. Di rûniştina ewil de mijara “Sedemên şer, dînamîk-faîl-bandora wê û encamên şer”, di rûniştina duyemîn de “Di pêvajoyên şer-aştiyê de tecrûbeyên aştiyê” û di ya sêyemîn de jî mijara “Li Tirkiye û Kurdistanê derfetên aştiyê” hatin nîqaşkirin. 
 
‘ŞER BI XWE RE RÛXANDINÊ TÎNE’
 
Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê Aynûr Cengîz axaftina ewil a panelê kir û wiha got: “Pêdiviya civakê herî zêde bi aştiyê heye. Em jî ji bo axaftina li ser aştiyê li vê derê ne. Di şer de ji yên herî zêde bandor dibin jî jin in. Lewma jî girîng e ku jin li ser aştiyê biaxivin. Şer; ji bilî koçberî, tundî, îşkence û tecawizê, tiştekî bi xwe re nayîne. Ziyanên mezin dide xweza û ekolojiyê. Dema em li îstatîstîkan dinihêrin, dibînin ku bandora şer bi salan li ser jin û zarokan dimîne. Lewma jî jin aştiyeke mayînde dixwazin ku tê de kirde bin.” 
 
‘DI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ DE JIN BERXWEDÊR IN’
 
Piştre jî aktîvîsta femînîst Ozgul Sakî axivî û da zanîn ku wan weke jinên aştîxwaz di demên berê de gelek xebatên aştiyê kirine. Sakî, Nobetên Aştiyê weke mînak nîşan da û wiha got: “Ji bo aştiyê, hewldanên jinên kurd û tirk hene. Şer bi xwe patrîarka û milîtarîzmê bihêz dike. Tiştên ku leşkerên azerî bi serê jina ermen a leşker anîn, tiştên Îran dike û bandora şer a li ser jinên welatê me li holê ye. Şertên şer, li qadên xwe hebûna jinan tune dike. Lewma di têkoşîna aştiyê de bêhtir berxwedêrin.” 
 
‘ZIYANÊ DIDE BAWERIYA BI AŞTIYÊ’
 
Parlamenter Fatma Kurtulan jî diyar kir ku hewldan heye ku baweriya civakên Tirkiyeyê ya bi aştiyê ziyanê bibîne û ev tişt anî ziman: “Di sala 1922’yan de kurd çawa hatibin înkarkirin, îro jî bi heman zîhniyetê nêz dibin. Di dîroka welêt de her tim şer û pevçûn hatin nivîsandin. Lê di şer de yên bedelê didin hene. Dixwazin hêviya civakê ya ji aştiyê têk bibin û pêş bikevin. Zîhniyeta serdest hewl dide hebûna xwe li ser tunebûna me ava bike. Dema dixitime jî serî li polîtîkaya şer dide. Li dijî hewldanên înkar, pişaftin û tunehesibandinê, jinên kurd her tim xebatên aştiyê meşandin. Dema em pênaseya şer dikin, pirsa dê aştî çawa bibe dikin. Têkoşîna me ya jinan li dijî zîhniyeta serdest a mêr e. Daxwaza me avakirina civakeke parveker, wekhev e. Hemû polîtîkayên tepisandinê yên li Kurdistanê, êdî li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bûne.”
 
Rûniştina ewil a panelê bi dawî bû. Rûniştinên din ji çapemeniyê re girtî berdewam kirin.