Tevî biryara dûrxistinê hebû jî jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 13:04 13 Îlon 2022
  • |
img
ERZÎNGAN - Li Erzînganê Handan O. tevî ku derbarê wê de biryara dûrxistinê dabû girtin jî ji aliyê Ahmet O. ve hate qetilkirin. 
 
Jina bi navê Handan O. demek berî niha derbarê zilamê ku pê re zewicîbû Ahmet O. de biryara dûrxistinê dabû girtin. Ahmet O. tevî ku derbarê wî de biryar hebû êvarê tê malê û Handan O. bi amûreke birînê bi giranî birîndar kir. Bi agahî dayîna kesên derdor tîmên tenduristiyê tên cihê bûyerê û piştî mûdaxileya lezgînî kirin û Handan O. birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Gaziyê ya Mengucekê. Hat zanîn ku Handan O. di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye.
 
Hat destnîşankirin faîlê ku ji cihê bûyerê reviyabû piştî demekê çû navenda polîsan û teslîm bû.