Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye

  • jin
  • 12:58 3 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê li dijî binçavkirin û hedef nîşandana Parlamentera HDP’ê ya Amedê daxuyanî da û got: “Em Wezîrê Karên Sûcan hişyar dikin, bila kujerên jinan binçav bikin, ne jinan!"
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî biçavkirina Parlmanetera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendaiya wê hatibû rakirin û duh hatin binçavkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand û berisva îdiayên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da.
 
Daxuyaniya bi sernavê “Semra Guzel îradeya me ye” de wiha hat gotin: “Di encama hedefnîşandana tifaqa mêr a AKP û MHP’ê, bi kemîneke qirêj careke din azadiya Parlamentera me ya Amedê Semra Guzel hatiye desteserkirin. Wekî ku ev lîstikên desthilatê encam negirtin dê îro jî encam negirin."
 
BERSIVA SOYLU: NE JINAN, KUJERAN BIGRIN!
 
Di daxuyaniya de bersiva Suleyman Soylû ya hedefnîşandanê jî hat dayîn û wiha hate gotin: “Kesên ku destên wan di nava her cure sûcan de ne, bêserûber ji xwe re digerin û sûcan dikin. Em Wezîrê Karên Sûcan ê ku parlamentera me hedef nîşan dide hişyar dikin, Ne jinan, kujerên wan bigrin. Hûn ê nikarin ser sûcên hesabên medya dîjîtal ên netewperestiyê, zayendperestiyê, û dijminatiya jinan sordikin bigirin. 
 
SEMRA GUZEL ÎRADEYA ME YE
 
Jin dê tu caran çok li ber van polîtîkayên we danenin. Em ji her cihê ku lê ne dê bibêjin ‘Semra Guzel îradeya me ye’. Desthilata ku her carê dijminatiya xwe ya jinan şênber dike bila vê yekê baş zanibe ku jin tu carî naçewisin. Semra Guzel îradeya gel e, îradeya jinan e!”