‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'

  • jin
  • 09:05 7 Tebax 2022
  • |
img

STENBOL - Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku pêkanîneke taybet a desthilatê ya li dijî jinên HDP’î heye û bi lêv kir ku biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz nas nakin. 

 
Hevdîtinên Komîsyona Têkel ku ji Komîsyona Edaletê û Makeqanûnê ya Meclîsê pêk tê yên di çarçoveya xebatên têkildarî rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz bi dawî bûn. Di Komîsyona Têkel de biryar hate dayîn ku parêzbendiya Aydenîz were rakirin. Rapora Komîsyona Têkel ku şerha bê dayîn û hevdîtinên komîsyonê jî di nav de, wê di meha Cotmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê were nirxandin. Têkildarî rakirina parêzbendiya Aydenîz di serî de jin, ji gelek beşên civakê bertekên zêde dibin didomin. 
 
‘HEMLEYA LI DIJÎ TEVGERA JINÊ YE’
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, destnîşan kir ku rakirina parêzbendiya Aydenîz, di serî de tevgera jin a kurd hemleyeke ku zextê li tevgera jin a Tirkiyeyê bike ye. Çûbûk, bi lêv kir ku li tu welatan ji ber “muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanê” ceza jî nayê dayîn lê di çarçoveya vê qanûnê de wekiltî tê xistin û anî ziman ku ji bo xistina wekiltiyê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ketiye dewrê. 
 
Çûbûka têkildarî çalakiya ku bû mijara xistina wekiltiyê jî axivî wiha got: “Tişta ku wê rojê esas diviya bû bê axaftin tundiya polîsan bû.” 
 
‘TIŞTA KU WERE DARIZANDIN XWE PARASTINE’
 
Çûbûk, da zanîn ku piştî Soylû ferman da daraz tevgeriya û xistina wekiltiya Aydenîz hate rojevê û bi bîr xist ku polîsan li parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît da. Çûbûk, li dijî hewldana polîs û wezaretê ev tişt got: “Esas pêvajoya darazê ya li dijî Aydenîzê tê meşandin, xweparastina rewa ya  jinên li dijî tundiya polîsan disekininin.”
 
‘XEBATÊN PARTIYÊ VEGUHERANDIN SÛCÎ’
 
Çûbûk, bi lêv kir ku li pişt êrişên ku li Aydenîz tên kirin dijminatiya kurdan heye û wiha berdewam kir: “Piştî ku desthilatê Salîha hedef nîşan da hin dosyayên wê yên din jî derxistin û li ser vê propaganda xwe kirin. Dema em li naveroka van dosyayan dinêrin dibînin ku bi temamî xebatên siyasî ne. Axaftinên ku kirine, parastina partiye, propagandaya partiye û axaftinên di hevdîtinên gel de tê de hene. Li Tirkiyeyê ji bo gelek partî û siyasetmedaran ev yek weke xebatên partiyê tên dîtin lê em dibînin ku ji bo parlamenterên HDP’ê xebatên wan ên polîtîk dibin sûc.” 
 
DIJMINATIYA HEVSEROKATIYÊ 
 
Çûbûk, bi lêv kir ku desthilat di kesayeta Aydenîzê de êrişî hevserokatiyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema wekiltiya Salîha wekîlê xistin, hebûna wê ya siyasî bi dawî nabe. Divê AKP û MHP vê yekê bizane. Ji bo ku xwe xelas bikin hewl didin bergiriyan bigirin. Lê ji bo gel û jinan tu bersiva vê nîne. Aydenîz wê dîsa weke wekîla me bimîne. Berovajiyê vê em armanc dikin ku li dijî van zextên desthilatê em têkoşîneke mezintir bi rêxistin bikin.”
 
PLANA DESTHILATÊ
 
Çûbûk, destnîşan kir ku bi betalkirina parlamenteran, AKP dixwaze hilbijêrên xwe bi serkeftinên biçûk konsolîde bike û wiha got: "Ji ber ku di hilbijartinê de di bin dengekî diyar de bimînin wê ev yek ji bo faşîzma AKP’ê û MHP’ê zêde bi rîsk bibe. Ji ber vê yekê dixwazin HDP’ê bigirin an jî qels bikin û wisa bikevin hilbijartinê. Li aliyekî jî hewldidin ji kesên ku dengê xwe bidin HDP’ê re peyama ‘wê dengê we vala biçe’ didin. Em tu car nebûn rêxistinên ku tenê polîtîkayan li ser hilbijartinê dikin. Xistina parlamenteriyê pêkanîneke antî demokratîk e. Di vê mijarê de maseya ji 6 kesan pêk tê jî xistina wekiltiya Aydenîz di pejirîne. Qismekî wan ji xwe dibêje ‘tişteke wisa nikare li polîsê me were kirin’. Lê dema heman polîs di gelek çalakiyan de jin tacîz kirin, îşkence li mirovan kirin û di wesayîtên binçavan de gaz diavêt dengê kesê ji wan dernediket.  Tişta ku dikeve berê tevgera jin û sosyalîstan, bi awayekî vekirî xwedî derkevin e. Di serî de Salîha wekîl em ê bi hemû wekîlên xwe yên jin re bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.”