Li Rihayê jinek bi awayek guman mir

  • jin
  • 16:33 5 Tebax 2022
  • |
img
RIHA - Li navçeya Eyubiye M.B. a 19 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li taxa Eyupkent a navçeya Eyubiye ya Rihayê jina bi navê M.B. a 19 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Dengê çekan li mala M.B. hat bihîstin. Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîma tenduristiyê diyar kir ku M.B. jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî. Hat zanîn ku derbarê vê mirina bi guman de lêpirsînê hatiye destpêkirin.