‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’

  • jin
  • 09:01 4 Tebax 2022
  • |

ENQERE - Di Doza Kobanê de şandeya dadgehê bi darê zorê parastinê bi girtiya nexweş Aysel Tûglûk da kirin. Siyasetmedaran bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kirin ku dadgehê xwest ku Tûglûk bi îşkenceyê ceza bike.  

 
Di danişîna 15'emîn a Doza Kobanê de girtiyan nexweş ku rewşa wê giran e Aysel Tûglûk bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin. Heyeta dadgehê bi darê zorê îfadeya wê ango parastina wê girt. Her kesên li eywana dadgehê dît ku Tûglûk nikare biaxive û xwe îfade bike û her wiha parêzerê xwe jî nas nedikir. Şandeya dadgehê tenduristiya Tûglûk paşguh kir. Dema danişînê serokê dadgehê ji Tûglûk ku pirs fêm nekirin pirsa, “Hûn dixwazin ez pirsan hêdîtir ji we bipirsim?” kir. Siyasetmedarên girtî yên li eywanê, parêzer û temaşevanan bi lêv kirin ku nêzîkatiya li dijî Tugluk wek îşkenceyê nirxandin û pênase kirin. Şandeyê pişt re mîkrofon girt. Tûglûk bi lêv kir ku tiştek nayê bîra wê û nikare xwe biparêze. Roja bi darê zorê Tûglûk hat darizandin, êvara heman rojê Serokê 2’yemîn ê Serfermendariya Giştî yê berê Çevîk Bîr ku nexweşîna demansê lê hatiye teşhîskirin, hate berdan. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Ji Nû ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Endama Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Senem Denîz Kûral ên wê rojê li danişînê bûn, helwesta dadgehê nirxandin. 
 
 
‘HIQÛQA DIJMINTIYÊ TÊ SEPANDIN’
 
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, bi bîr xist ku Tûglûk tevî nexweşiya xwe ji 500 rojan zêdetir e li girtîgehê tê ragirtin û got: “Hiqûqa dijmintiyê tê sepandin.” Yuce, diyar kir ku dadgehê raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) berçav girtin û Tûglûk berneda û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku ev biryar bi sedemên siyasî hatiye dayîn û berdewama helwesta wan a cezakirinê ye.”
 
‘REWŞEKE KU WIJDAN ÊŞANDIN BÛ’
 
Yuce, bi lêv kir ku dema îfadeya Tûglûkê dihat wergirtin li eywana danişînê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rastî jî em bi rewşeke ku wijdan êşandin re rûbirû man. Aysel Tûglûk nedikarî hevokan saz bike. Tevî vê yekê serokê dadgehê pirsên xwe domandin. Tûglûk, bersivên ‘nayên bîra min, nizanim’ dan. Tevî vê yekê di wergirtina îfadeyê de israr kirin. Dadgehê pirsa ‘parêzerê te dikare parastina te bike, tu diperjirînî?’ kir. Me bihîst ku Tûglûkê got ‘parêzerê min kî ye’. Dadgehê ev yek paşguh kir.”
 
Yuce, diyar kir ku divê Tûglûk demildest bê berdan û got: “Wê ev biryar weke lekeyekê derbasî dîrokê be. Em dizanin ku Tûglûk jineke çiqas berxwedêr e. Em mecbûr in îro di parastinê de bibin hişê Tûglûkê. Divê hemû rayagiştî zextê pêwîst bike.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
 
Yuce, da zanîn ku daraz bi fermana desthilatê hewl dide “cezayê paket” bide û wiha pê de çû: “Berdana Çevîk Bîr û neberdana Aysel Tûglûk nayê qebûlkirin. Gelek kes tên berdan lê sûcdarên fikrê nayên berdan. Em li vir bi awayekî zelal hiqûqa dijminatiyê dibînin. Hevalên me li hundir em ê li derve têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Yuce, anî ziman ku wê bibin bîr, deng û soza Tûglûk û ev tişt gotin: “Girtina Tûglûk îşkenceyeke wê têkoşîna me bidome. Heta ku were berdan em ê têbikoşin. Tûglûk vîna me, hevala me ya têkoşînê ye û wê wisa be.”
 
Endama Komîteya Navendî ya EHP’ê Denîz Kûral jî diyar kir ku dadgehê li girtiyeke nexweş eziyet kir û wiha got: “Di helwesta dadger de sûcdariyan bi Tûglûkê bide qebûlkirin hebû. Ji xwe dozeke kumpas û şanoyê ye. Doza Kobanê, pêvajoyeke tê meşandine û li ser vê ev yek li girtiyeke nexweş tê kirin. Ev ne rewşeke ku were qebûlkirine. Divê ev demildest bê bidawîkirin.”
 
‘JI BO KU BIRYARÊN DAYÎ PÊK BÎNIN GAVAN DIAVÊJIN’
 
Kûral, da zanîn ku dadgeh hem Tûglûk hem jî siyasetmedarên din ên hatin darizandin ceza dike û wiha axivî: “Bawer im ji bo biryarên dayî pêk bînin gavan diavêjin. Ji ber ku dizanin heta parastina hemû bersûcan neyê girtin nikarin vê dozê bidawî bikin, hewl didin bi zorê vê yekê bikin. Armanc dikin ku ehm ceza bidin hem jî ji bilî ceza dayîna hiqûqî, di dema darizandinê de jî hewl didin ceza bikin.”
 
‘DOZA SIYASÎ’
 
Kûral, diyar kir ku doz siyasî ye delîlek an belgeyeke şênber nîne û got: “Ji ber wê yekê dê vala derkeve, her çiqas zextê bikin jî wê berovajiyê wê bibînin. Ji ber wê yekê mehkûmî windakirinê ne. Em ê desthilatê jî van pêkanînan jî bişînin. Wê li hemberî wan hêzeke ku qet destan jê bernede bisekine.”
 
‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ HEMÛ BEŞÊN TÊDIKOŞINE’
 
Kûral, destnîşan kir ku helwesta li dijî Tûglûk hatiye sepandin nayê qebûlkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi rastî jî dîmeke ku ji desthilata wan têtin e. Ev tenê ne êrişeke li dijî kurdan, HDP’ê siyasetmedarên kurd e. Ev êrişeke li dijî hemû beşên têdikoşine. Em ê heta dawiyê şopdarên dozê bibin.”