Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn

  • jin
  • 19:17 2 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê bi semînerekê qurbaniyên di Komkujiya Şengalê ya 3'yê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn.
 
Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê,  bi boneya salvegera 8`an a Komkujiya Şengalê  ya 3'ê Tebaxê li buroya xwe ya li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê semînerek da.
 
Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo ku di semînerê de axivî, qurbaniyên di komkujiya li dijî civaka Êzidî ya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û destnîşan kir ku civata êzidî bi gelek ferman û komkujiyan re rû bi rû maye, armanc jî tunekirina ol, bawerî û dîroka wan e.
 
Hediye Şemo daxuyand ku tevî hemû fermanan, êzidiyan hîna bi ola xwe ve girêdayî ne û wiha domand: “Sala 2014`an fermaneke din li dijî êzidiyan li Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ`ê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk hat. PDK`ê pêşmergeyên xwe ji herêmê kişandin û êzidî bi tenê bê parastin hiştin. Di encama vê fermanê de bi hezaran êzidî şehîd bûn, hatin revandin, mal û milkên êzidiyan wêran bûn.”
 
ROLA JINÊN ÊZIDÎ
 
Hediye Şemo, bal kişand ser rola jinên êzidî û wiha dirêjî da axafina xwe: “Jinên êzidî li ser bingeha baweriya bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin, tev li têkoşînê bûn û li rex gerîla li dijî DAIŞ`ê heta ku Şengal ji terorê rizgar kir şer kirin.”
 
ÊRIŞ HATIN ŞERMEZARKIRIN
 
Di dawiyê de Hediye Şemo êrişên dewleta tirk ên li dijî êzidiyên li Şengalê berdewam dikin şermezar kir û got: “Dagirkeriya tirk civaka êzidî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, tenê ji bo ku DAIŞ`ê li herêmê jinûve biafirîne. Heta rizgarkirina hemû jinên êzidî ji destê DAIŞ`ê û dagirkeriya tirk wê têkoşîna jinên êzidî berdewam bike.”