Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin

  • jin
  • 09:03 28 Tîrmeh 2022
  • |
RIHA - Fermandara Giştî ya Hêzên YAT’ê yek ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan ku di êrişa SÎHA'yê de jiyana xwe ji dest dabû bal kişandibû ku dema rêxistinkirina jinan zêde dibe êriş jî zêde dibin û wiha gotibû: “Em ji kuştinê natirsin. Me carekî serî rakiriye. An em ê azad an jî em ê wekhev bijîn.”
 
Di 22'yê tîrmehê de bi boneya salvegera 10'emîn Şoreşa Rojava bi dirûşmeya “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û mezin bikin” Foruma Şoreşa Jinan li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin. Forum bi pêşengtiya Kongreya Star, 7 tevger, rêxistin û yekitiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû organîzekirin û gelek jinên şoreşger tev li bûbûn. Yek kesê ku tev li bûyî jî dema ku derketina forumê di encama êrişa SÎHA'yên Tirkiyeyê de bi fermandar Roj Xabûr û endama Hêzên YAT'ê Barîn Botan re jiyana xwe ji dest da, Fermandara Giştî ya Hêzên YAT’ê yek ji fermandara YPJ’ê û QSD’ê Jiyan Tolhildan bû. 
Jiyan Tolhildan bi nasnav (Sewal Yûsif), di sala 1980'an de li Efrînê ji dayîk bû. Yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê re, ji birêxistinkirina gel, avakirina YXG’ê heya artêşbûna YPJ’ê û xebatên YAT’ê kar kir. Jiyan Tolhildan di sala 2013’an de li Serêkaniyê li dijî El-Nusra, ji Şêxmeqsûd, Şedadê, Minbicê heya Dêrazorê di pêngava têkbirina DAIŞ`ê de cih girt, şer kir û bi hêzên Koalîsyonê re tev li hemû pêngavên rizgarkirinê bû. Jiyan Tolhildan, di şerê li dijî DAIŞ'ê yê di sala 2019'an de li gundê Baxoz ê Dêrazorê de wekî fermandara YPJ’ê cih girtibû. Jiyan Tolhildan di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28’ê Adarê de li Kampa Holê li dijî DAÎŞ’ê dabû destpêkirin, wekî fermandara operasyonê cih girtibû. Wekî Jiyan Tolhildan, li herêmê gelek jinên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girtin û pêşengtî ji Şoreşa Rojava re kiribûn ji aliyê Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin. 
 
‘JINAN LI HERÎ PEŞ CIH GIRT’ 
 
Jiyan Tolhildan ku berî were qetilkirin di Forûma Şoreşa Jinan de axivîbû û li ser têkoşîna jinan wiha gotibû: “Civak bi giştî xwedî dîrokên tijî kesayetên jin ên têkoşer û pêşeng e. Ji wan xelekan, berxwedana Şoreşa Rojava ye ku bi pêşengtiya şehîdên pêşeng Sara, Arşîn, Roksan, Tolhildan û Rohman dest pê kir. Van têkoşeran ji bo xilaskirina civakê ji zihniyeta radîkal a baviksalarî canê xwe feda kirin. Armanca me parastina civakê û parastina erdîngariya Sûriyeyê ya bi giştî ji çeteyan e. Şervanên YPJ’ê civak ji zihniyeta radîkal a paşverû û siyaseta dewletê ya ku jinan ji hemû mafên wan ên rewa bê par hiştibûn, parastin. Di dirêjahiya şoreşê de bi hezaran şervanên azadiyê canê xwe gorî kirin, li derdora xaka xwe kom bûn û di eniyên şer de xwe îspat kirin ku bêyî cûdahiyê bixin navbera pêkhate û erdîngariyê têkoşiyan. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin û projeya neteweya demokratîk li herêmê misoger bikin. Di radeya yekemîn de ji hemû jinan tê xwestin ku ji bo rêgez û bingehên xweparastinê di kesayeta hemû welatiyên di nav civakê de werin rûniştandin têbikoşin.”
 
‘JIN BÊ PARASTIN NABE’
 
Jiyan Tolhildan di konferansa 3`yemîn a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a li bajarê Hesekê ya di 30'e Nîsane de jî ji ragihandina YPJ re axivîbû. Jiyan Tolhildan di axaftina xwe de anîbû ziman ku YPJ di nav gel de hatiya avakirin û wiha ev tişt gotibûn: “YPJ bi qehremantî, lehengî û pêşengtiya heval Sosin Bîrhat, Sozdar Cûdî, Şîlan Goyî îro bûye tevahiyê Sûriyeyê û temsîla wê dike û ev bandora xwe li Rojhilata Navîn kir. Jinên ku îro nîqaşên li ser azadiya xwe dikin û bahsa heq û hiqûqa xwe dikin ji bo li mala xwe adil bijîn bi pêşengtiya YPJ’ê dimeşin. Bi pêşengtiya fermandarên me yên qehreman Şoreşa Rojava îro bû şoreşek cîhanî. Îro li hemû cîhanê şerek heye. Ne tenê li Rojhilata Navîn îro li Ewrupa jî şer heye. Di şerde yên herî zêde mexdûr dibin jin in. Şerekî ne adil tê meşandin. Civak bê parastin nabe, jin jî bê parastin nabe. Me di konferansê de li ser em çawa dikarin civaka xwe di şexsiyeta jinan de hêj bêhtir rêxistin bikin û çawa di asta herî jor de biparêzin axivîn. Jin rêxistina xwe roj bi roj mezintir dikin. Ne tenê jina kurd li kêleka wê jinên ereb, suryan, ermen û enternasyonal hene.”
 
‘ME CAREKÊ SERÎ RAKIRIYE’ 
 
Jiyan Tolhildan di berdewamkirina axaftina xwe de bal kişandibû ku şoreşa jinê ya li Kurdistanê dest pê kiriye îro global bûye û wiha gotibû: “Em dixwazin her jin bi mejiyê xwe bigihe Neteweya Demokratîk. Ji bo vê hêzên me yên leşkerî hemû amade ne. Ji nû ve avakirin tê niqaşkirin. Dema şerê bû tê niqaşkirin. Em hêvîdarin ku ev îddîaya me wê bigihe hemû jinên cîhanê. Li dijî sîstema tenê komkujiyan esas digire bi rûyekî nerm, wekhev, azad bi heq û hiqûqê li ser axa xwe bi hemû neteweyan re jiyan bikin. Ev ne hesane. Êrişên li hundir û derve hene. Bedelê vê gelek giran in. Herî dawiyê me li Kobanê Şehît Dîlar Helep rakir. Sîstema serdest dizane ku jin azad bibe zincîre koletiyê nema dimînin. Çiqas jin pêş dikeve êrîşên wan hêj dijwartir dibin. Lê bêle em ji kuştinê natirsin. Me carekê serî rakiriye. An em ê azad an jî em ê wekhev bijîn. An em ê adil bijîn an jî wê jiyana koletî hebe.” 
 
MA / Emrûllah Acar