Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'

  • jin
  • 09:00 26 Tîrmeh 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Şeyhdavût D. ku yek ji kiryarên "Doz N.Ç." ye, wekî "rûspî" di çalakiya Qeymeqamtiya Dêrikê de cih girt. Li Mêrdînê bi dehan karmendên dewletê dest avêtibûn N.Ç. ya zarok. 

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê ev çend mehên dawî de di dîmenên li ser komên Whatshappê tên belavkirinê de tê di dîmenên aydê kesên ku tiryaka bi navê metamfetamînê bi kar tînin û destdirêjî li zarokên biçûk dikin berbelav dibin. Ev rewş bûye sedema nerehetiya şêniyên navçeyê. Şêniyên navçeyê piştî van dîmenan ji bo pêşî li ber tiryakkêşan bigirin li gorî xwe tevdîran digirin. Her wiha çend roj berê jî daxuyanî dan û gotin ku divê rayedar pêşî li ber tiryakfiroşan bigirin.
 
CIVÎNA QEYÛM
 
Piştî daxuyaniyê, Qeymeqamtiya Dêrikê û rêveberiya Şaredariya Dêrikê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, bi midûriyeta polîsan, cendirmeyan, kesên tên gotin ji rêxistinên civaka sivîl û "rûspî" ne civîn çêkir. 
 
RÛSPÎ ŞEYHDAVÛT D.
 
Di wêneyên civînê yên hatin belavkirin de tê dîtin ku ji kesên li refa pêş yek jê jî Şeyhdavût D. ye ku ev kes di Doza N.Ç. de hatiye darizandin. 
 
DOZA N.Ç.
 
Di sala 2012'an de li Mêrdînê midûrê karên nivîsan ê qeymeqamtiyê, efser, keya û cerdevan jî di nav de 28 kesan ji ber destdirêjî N.Ç.'yê kiribûn ketibûn ber dozê. Di darizandinê de 5 sal ceza li van kesan hatibû birîn û paşê cezayê wan hatibû kêmkirin. Ji van kesan yek jê jî Şeydavût D. bû û dozger xwestibû 4 sal û 10 meh û 10 roj ceza lê bê birîn. 
 
MA / Ahmet Kanbal