Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin

  • jin
  • 09:02 14 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Sekretera Giştî ya UGKDD'ê Meryem Rajhatî diyar kir ku di 6 mehên dawî de gotinên nîjadperest ên li hemberî penaber û koçberan zêde bûne û got, di vî warî de gelek kes serî li komeleya wan didin.

 
Penaber û penaxwazên ku ji ber sedemên wek şer û xizaniyê yên li welatê xwe ji bêgavî berê xwe dane Tirkiyeyê di demên dawî de bûne hedefa gotinên nefretê û êrîşên nijadperestî. Penaberên ku rastî êrîşan hatine û bûne hedef, carinan ji ber tirsa ku paşde bên şandin û destûra xebatê bê betalkirin nikarin doza mafên xwe yên qanûnî bikin. Sekretera Giştî ya Komeleya Piştevaniyê ya bi Koçber û Jinan a Navneteweyî re (UGKDD) Meryem Rajhatî diyar kir ku di 6 mehên dawî de êrîş zêde bûne.
 
Rajhatî anî ziman ku ji ber êrîşan tirs li penaberan peyda bûye û bal kişand ser zimanê nefretê yê çapemeniyê û siyasetmedaran ên li dijî penaberan. Rajhatî destnîşan kir ku Tirkiye li gorî berê di warê penaber û koçberan de xerabtir dibe.
 
Rajhatî diyar kir ku ji ber ku baweriya xwe bi Xirîstiyaniyê aniye li Îranê bi zext û zoriyê re rû bi rû maye û ji ber vê 7 sal berê ji bêgavî koçî Tirkiyeyê kiriye. Rajhatî bilêv kir ku lê belê destûr nehatiye dayîn li tu zanîngehê di warê akademiyê de bixebite û ji ber vê pîşeya xwe bi awayekî serbest dike. Rajhatî got: “Jin li Îranê bi tu awayî nikarin bibin aktîvîst, destûr nayê dayîn ku siyasetê bikin û xwe birêxistin bikin. Yan na dê aqûbeta we girtîgeh an jî darvekirin be." Rajhatî diyar kir ku jinên muxalif ên li hemberî rejîmê di tu qadên jiyanê de cih nikarin cih bigirin û got, mafê perwerdehiyê yê jinan jî hatiye desteserkirin. Rajhatî axaftina xwe wiha domand: “Ez di malbateke misilman de hatim dinê, lê ez 17 sal berê çûm ser dînê xirîstiyaniyê. Min dixwest ez wekî xiristiyanan bijîm, lê li Îranê ev yek ne pêkan bû. Ji ber ku mezheb û ol li wir pir girîng in. Ji bo çûyin û hatina dêrê ez her tim di bin zextên rejîma Îranê de bûm.”
 
DESTDIRÊJÎ, HEQDESTEKE KÊM
 
Rajhatî da zanîn ku ew di sala 2018'an de bûye endama UGKDD'ê û got, komele piştgiriyê dide jinên penaber û koçber. Rajhatî bal kişand ser serlêdanên jinên penaber û koçber ên li komeleya wan û got, di serî de di warê ziman zor û zehmetiyê dikişînin, bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin û bi heqdesteke kêm tên xebitandin. 
 
ZIMANÊ NIJADPERESTÎ
 
Rajhatî diyar kir ku di serlêdanên vê dawiyê de kifş bûye ku penaber di wesayîtên veguhestina giştî de, li navendên danûstendinê, park û taxan bi gotinên nijadperest re rû bi rû dimînin û got: “Jin dibêjin li vî welatî xwe ewle hîs nakin û dixwazin biçin. Lê belê, ew nikarin vegerin. Ji ber ku li welatên şer û tiştên bi vî rengî hene. Hîskirina xwe ji cihekî, neewlebûn ji bo penaberan travmayek e. Bi gotineke din, li şûna van marjînalîzekirinên li hemberî penaberan, pêdivî bi polîtîkayên entegrasyonê heye."
 
ÇAPEMENÎ Û ZIMANÊ WÊ
 
Rajhatî destnîşan kir ku ji ber ku desthilat di warê penaberan de ne xwedî polîtîkayeke baş e penaber dibin malzemeya bejwendiyê û got, tehrîkkirina hin partiyên siyasî jî di raya giştî de dibe sedema zêdebûna dijberiya li hemberî penaberan. Rajhatî bilêv kir ku bi taybetî êrişên li ser jinan ên bi rêya çapemeniyê û medyaya sanal gihîştiye asteke metirsîdar û got: "Nayê qebûlkirin ku bûyerên wekî dizî, kuştin û fuhûşê yên li Tirkiyeyê tenê li penaberan bên barkirin. Dibe ku kesên vî karî dikin hebin, ma qey tirk jî nakin? Dema bûyereke neyînî ya têkildarî penaber an jî koçberan çêdibe, bi rojan di televîzyon û medyaya civakî de tê weşandin. Ji ber vê yekê bi rastî gava ez çend saetan li televîzyonê temaşe bikim, a din a rojê ez nikarim derkevim derve." 
 
‘FIKARÊN ME HENE’
 
Rajhatî diyar kir ku di vî warî de fikarên wê hene û wiha got: “Niha wisa tê nîşandan ku tiştên diqewimin bi destên penaberan çêdibin. Pirsgirêkên civakî yên wekî fuhûş, destavêtin, tiryak, dizî hwd. bi destê tirkan an jî mirovên din ên li Tirkiyeyê jî tên kirin. Yanî dema zarokek li zarokekî dixe jî, her du jî tirk bin, di nûçeyan de wekî şerekî malbatî yê pir normal tê ragihandin. Mixabin gava ew zarokek afganî yan jî sûrî bin ew li ser hev di nûçeyan de tê weşandin û li ser medyaya sanal bi lez û bez tê belavkirin." 
 
Rajhatî anî ziman ku welatên Ewropayê ji bo pirsgirêka penaberan ji holê rakin, tawîz dane Tirkiyeyê û got: "Welatên Ewropayê ji bo ku penaber neçin welatên wan pereyan didin Tirkiyeyê. Dema em li kargehekê dixebitin kesên li vir li çavê me dinêrin û dibêjin 'Zarokê min betal in ji ber we. Te mafê me xwariye.' Em rastî bertekên wekî 'Ez sûriyeyîyan li welatê xwe naxwazim' tên. Li dijî van polîtîkayên cihêkariyê yên li dijî penaberan, em daxwaza mafê jiyanek bi ewle û xebatê dikin. Em dixwazin di şer û mercên mirovane de bijî." 
 
BERPRIS RÊVEBIR IN
 
Rajhatî da zanîn ku li Tirkiyeyê niha nêzî 3 hezar malbat li bendê ne ku biçine derveyî Tirkiyeyê û wiha got: “Gelek penaberên li Tirkiyeyê li benda çûyîna Ewropayê ne, ji ber ku di warê pêşeroja xwe de bêhêvî ne. Ji ber ku li wir dewlet zêdetir li penaberan xwedî derdikeve. Li wir kes ji bo kirê diziyê nake. Li Tirkiyê dest ji dayina xaniyan berde, tu nikarî bi giyetekî asayî jî bi dest bixî. Lê li Ewropayê tiştên bi vî rengî pirt kêm in. Niha li Tirkiyeyê gelek kes li derve dimînin. Ji ber ku mijara vegerandina penaberan derketiye pêş, gelek malbat diqilqilin. Bi germbûna dinyayê re dê bi rêya behrê bi qaçaxî derbasî bibin. A rast ev awayekî xwekuştinê ye. Berpirsê vê xwekuştinê rêvebirên vî welatî û Îdareya Koçberiyê  ye."