Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê

  • jin
  • 09:03 21 Hezîran 2022
  • |
img
SEMSÛR - Jinên ji şeveqê heya êvarî karê tûtinê dikin û heqê keda wan bi dest wan nakeve, diyar kirin ku herî zêde keda jinan tê xwarin. 
 
Jinên ji şeveqê heya êvarî bi hemû kar û barên tûtinê re eleqedar dibin heqê keda wan bi dest wan nakeve. Ji xeynî vê her wiha jin li hemberî qanûna tûtinê ya ku vê dawiyê hat derxistin û sînorek daniye ber tûtninê û bêyî "belgeya karbidestiyê" nayê firotin jî têdikoşin. Li Semsûrê jinên kedkar diyar kirin ku herî zêde keda jinan tê xwarin. 
 
KEDA JINÊ
 
Meryem Lal a 45 salî bilêv kir ku sibehê saet di navbera 03.00-05.00'an de, carinan jî berî roj hilê diçin nava erd û got, ew tûtinê li baxçê xwe yê li Taxa Kayapinarê datîne. 
 
Lale got: "Gava şitil çêdibin ew diçin wan datînin. Gava meizn dibin jî em yeko yeko pelên wan jê dikin. Em paşê wan pelan bi benikan vedikin û wan dadiliqînin ji bo hişk bibin. Zehmetiya wê pir e, lê pereyê wê hindik e." 
 
HEQDESTA WÊ TÊRA RÛN NAKE
 
Yasemîn Demîr (38) ku tevî hevjînê xwe Mahmût Demîr li heman taxê tûtinê datîne, bilêv kir ku 5 zarokên xwe bi pereyê tûtinê dide xwendin. Demîr destnîşan kir ku piştî qanûna vê dawiyê êdî tûtin wekî berê pere nake û got: "Berê mirov bi heqdesta xwe diçûn nava erd dixebitîn, lê niha ew jî nemaye. Par heqdest bi 130-140 lîreyî bû lê îsal jî eynî ye. Tu diçî ji sibehê heya êvarî dixebitî bi 150 TL'yî. Lê tu nikarî bi wî pereyî 5 kîlo rûn bikirî. Em bi zorê debara xwe dikin."
 
Fadime Şenses a 65 sali got: "Em tûtinê datînin lê nayê firotin. Ji ber nayê firotin em birçî dimînin. Her roj her tişt biha dibe. Ger em tûtinê enfiroşin em ê birçî bimînin. Ev krîz bi her awayî bandor li me kiriye, em nikarin tu titşî jî bikirin." 
 
Şêniya Taxa Mestanê Sevda Çitrikê jî diyar kir ku car heye ji bo akrê nava erd karkeran digirtin lê ji ber krîza aborî ev çend sal e nikarin karkeran bigirin. Çitrik wiha axivî: "Ji ber krîzê îsal gelek eksan karker negirt. Karê me zehmet e. Lewma em carinan aliyê hev dikin. Em bi piştevaniyê li ser pêyan disekinin." 
 
HERÎ ZÊDE KEDA JINÊ TÊXWARIN
 
Çitrik bi lêv kir ku bi qanûna tûtinê re zehmetî rû dane, lê dîsa jî gotine belkî tiştek biqewime cardin tûtin danîne û wiha pê de çû: “Tûtina me ya par hê di embarê de ye. Dibe ku birize. Lê me cardin çand, bi hêviya çend qurîş bi dest me bikeve. Ez bi pereyê vê tûtinê heqê dersxaneya kurê xwe didim." 
 
Çitrik bilêv kir ku li herêmê hema bibêje jin vî akrî dikin û got: "Li vê axê herî zêde jin tên eciqandin û herî zêde keda wan tê xwarin. Bi rastî jî akrê tûtin karekî zehmet e. Ez wisa difikirim li vî warî herî zêde jin tên eciqandin. Ne ji jinê be dê li malê ne xwarin li vira jî ne kar dê tune be." 
 
'DIBE KU ERDÊ XWE BIFIROŞIM'
 
Dayik 2 zarokan Berîhan Çitrik jî wiha axivî: "Em tûtinê datînin, li vir tenê karê me ev e. Lê dewlet derfetê nade me. Tiştên em diçînin jî em nikarin bifiroşin, li malê dirize. Wekî din karekî ku em bikin tune ye. Em serê sibehê saet di 4-5'an de radibin heya 8-9'ê êvarî dixebitin. Ez bi tena serê xwe me. Li vir tenê erdê min heye, lê dibe ku wî jî bifiroşim. Di destê min de wekî din tu tiştek jî tune ye. Xisar her sal zêdetir dibe. Pereyê min tune, meaşê min tune. Berê jî firotina tûtinê zehmet bû, lê niha kes newêre bifiroşe. Gava bibînin tu tûtinê ji vir dibî, dê dest deynin ser tûtinê." 
 
MA / Ceylan Şahînlî