Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin

  • jin
  • 12:49 20 Hezîran 2022
  • |
img
MÛGLA - Kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci û malbata wî ku alîkariya wî kiriye, cara 13’emîn li pêşberî dadger in. Jinan beriya danişîna biryarê daxuyanî dan û xwestin kujer hemû bên cezakirin. 
 
Kesê bi navê Cemal Metîn Avci bi alîkariya ferden malbata xwe di 21’ê tîrmeha 2020’an de li Mûglayê xwendekarê zanîngehê Pinar Gultekîn kuştibûn. Danişîna biryara dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê tê lidarxistin. Beriya danişînê tevger û rêxistinên jinan li ber edliyê kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyaniya ku bi pêşengiya Platforma Ji Bo Pinar Gultekîn Edalet hat lidarxistin, pankarta “Ji bo jinan edelet divê kiryarên jinan bên sizakirin" vekirin û dirûşmên “Pinar Gultekîn Pinar îsyana me ye” û Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
‘EM Ê KUŞTINA PINARÊ QEBÛL NEKIN’ 
 
Zîlan Kubat li ser navê jinan daxuyanî da û diyar kir ku heyeta dadgehê helwestên alîgir nîşan dide û li vir jiyana Gultekîn tê darizandin. Kubat anî ziman ku xizmên kujer ku alîkarî dane wî bêyî werin cezakirin hatine berdan û got: “Pinar bi awayek zanebûn di encama tundiyê de hat qetilkirin. Em ê vê zîhniyeta mêr û îktidarê û kuştina Pinar û tevahiya jinan qebûl nekin. Kujer ne bi tenê Pinarê qetil kiriye. Birayê wî Mertcan Avci jî destek daye. Tevî hemû îtîraz û dijderketinan jî Mertcan Avci hat berdan. Ji bo ku ferdên din ên malbatê bên cezakirin jî daxiîlî tu pêvajoyek cidî ya darizandinê nekirin. Em li vir gazî dikin û dibêjin bila cezayê herî giran li kujer were birîn. Ji bo kujerên jinan werin cezakirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.” 
 
Piştre Platforma Jinan a Datçayê, Jin bi Hev re Hêzdar in a Îzmîrê, Meclisên Jinan ên Muglayê, Pîrebokên Kampûsê ya Mûglayê jî daxuyanî dan.