Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir

  • jin
  • 10:46 10 Hezîran 2022
  • |
img
DÊRSIM - Xûça Gulistan Dokû Ayagul Dokû, di merasî derçûna Zanîngeha Mûnzûrê de derket ser dike û ev pirs kir: "Me yê dîplomaya xwişka xwe bi hev re bigirta, Gulistan li ku ye?"
 
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ji 5'ê çileya 2020'an ve winda ye û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Li Zanîngeha Mûnzûrê merasîma derçûnê hat lidarxistin û xûça Dokû Aygul Dokû jî tev li merasîmê bû û bi gotina "Me yê dîplomaya xwişka xwe bi hev re bigirta" xwest derkeve ser dikê. Lê peywirdarên ewlehiya taybet mudaxaleyî Dokû kirin. Lê rexmî vê mudaxaleyî jî Dokû bi wêneyê xwişka xwe Gulistan derket ser dikê û xwest li pêşberî Waliyê Dêrsimê Alî Ozkan, Rektorê Zanîngeha Mûnzûrê Ûbeyd Îpek ji bo xwişka xwe biaxive. Lê destûr nehat dayîn ku Dokû biaxive. 
 
Peywirdarên ewlehiya taybet Dokû bi zorê ji ser dikê daxistin. Hevalên Dokû bertek nîşanî mudaxaleyê dan. Li ser bertekên zêde bi dehan xwendekar hatin ber dikê û piştgirî dan çalakiya Aygul Dokû. Piştî xirecira ku pêk hat Dokû û xwendekarên zanîngehê derketin ser dikê. Aygul Dokû, dûrişmeya "Gulistan li ku ye?" berz kir. Dema ku Dokû dûrişm berz kirin bi pergala deng hewl dan dengê wê qut bikin. 
 
'MIN XWEST BIBÊJIM XWIŞKA MIN LI KUDERE'
 
Aygul Dokû, dîmenên mudaxaleya li dijî xwe li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kir û ev peyam parve kir: "Îro hevalên Gulistan derçûn bûn. Min xwest dîplomaya wê bigirim û pirsa, 'Xwişka min li kudere?' bikim. Ji aliyê Peywirdarê Hîndekariyê Bulent Kar ve destûr nehat dayîn. Piştre jî peywirên ewlehiya taybet berî min û hevalên Gulistan da û bi awayekî tirsonekî dikê terk kir."