2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin

  • jin
  • 13:56 9 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Ji zilamên ku li Başakşehîrê êrişî 6 jinan kiribûn û wan birîndar kiribûn, 2 êrişkar hatin girtin.
 
Duh li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê, 6 jinên ku êriş li dijî wan hatibûn kirin, li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve kiribûn. Jinan di parvekirina xwe de anîbû ziman ku 5 zilaman di nava baxçeyê sîteya xwe de rastî êrişa fîzîkî hatine. Jinan, dîmên û wêneyên êrişa ku li wan hatiye kirin li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve kirin û derbarê zilamên êrişkar de gilî kirin.
 
Jinan diyar kir ku xizmekî wan ê 60 salî bi êrişê re rûbirû maye û rewşa wî giran e. 
 
DU ÊRIŞKAR HATIN GIRTIN
 
Sê zilamên ku piştî êrişî jinan kirin, hatibûn binçavkirin. Piştî ku li midûriyeta polîsan îfadeyên wan hatin girtin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji êrişkaran Zekî A. û Cîhan A. hatin girtin û Emrah A. jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.