Wê li dijî şidet, îstismar û talanê pedalên xwe bizîvirînin

  • jin
  • 09:02 6 Adar 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên Pedalperest ên Îzmîrî, bi duçerxeyên xwe 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Wê jin, li dijî şideta li hemberî jinê, îstismarkirina zarokan û talankirina xwezayê li kolanên bajêr pedalan bigerînin. 

Li Îzmîrê, Jinên Pedalberest ên Îzmîrî ku nêzî 20 endamên wê hene, heftê çend rojan bi duçerxeyên xwe bal dikişînin ser şideta li hemberî jinan, taciz, êrîşên zayendiyî, talankirina xwezayê, îstismarkirina zarokan. Jinên tevî hevjîn û zarokên xwe pedalan digerînin, her wiha heftê çend rojan bêheq ajotina duçerxeyan hînî zarokan dikin. Her wiha Jinên Pedalperest ên Îzmîrê bi duçerxeyên xwe pêşwaziya 8'ê Adarê dikin. 
 
TEVÎ KEÇA XWE PEDAL DIGERÎNE 
 
Endama Jinên Pedalperest Semra Bozdayi Ayazlar, diyar kir ku ew tevî keça xwe ya 8 salî bi duçerxeyê tûran davêje û hevjînê wê jî tevî wan duçerxeyê dajone. Ayazlar, got divê êdî jin wekî kesên ku tim "li malê paqijiyê dikin" neyên zanîn û li her qadên jiyanê hebin. Ayazlar, bi lêv kir ku divê jin ne li navendên kirîn û firotinê, li nav xwezayê bijîn. 
 
‘JI DÊVLA SEYAREYÊ EM LI DUÇERXEYÊ SIWAR DIBIN' 
 
Ayazlar, destnîşan kir ku êdî duçerxe ji bo jinan ji hewesê bêtir, veguheriye azweriyekê û ew bi awayekî bêheq teknîkên ajotinê hînî jinan dikin. Ayazlar, diyar kir ku ew bêheq ajotina duçerxeyan hînî zarokan jî dikin û got: "Em ji bo jin û zarokan perwerdehiyeke bi zewq a ajotina duçerxeyê didin. Herî dawî Koma Zarokan a Şubadapê tev li çalakiya me bû. Dûrketina ji çûnehatina bajêr bi jinan xweş tê. Ji bo me jinan jî, tevî duçerxeyan rawestandina li çûnehatinê pir zehmet e û talûke ye jî. Em ditengijin. Em ji dêvla wesayîtê li duçerxeyê siwar dibin." 
 
Ayazlar, diyar kir ku ew ê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de di navbera 9-10-11'ê Adarê de li kolanên bajêr duçerxeyan bajon. Ayazlar destnîşan kir ku divê jin li hemû qadên ku xwe lê azad hîs dikin bin û got: "Divê jin li her qadî azad bin. Jin hene û wê tim hebin." 
 
Elif Altun (42) jî anî ziman ku bi salan e ew û keça xwe li semtên Alsancak, Bayrakli û Karşiyakayê duçerxeyê dajon. Altun, diyar kir ku amûra herî bêtawan a çûnehatinê duçerxe ye. Altun destnîşan kir ku jin tenê ne 8'ê Adarê her tim li qada ne û li hemberî qetilkirina xwezayê pedalên xwe digerînin.