Peyamên xwe di maşîneya polîsan de jî dan

  • jin
  • 10:06 5 Adar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li Enqerê di mitînga 8’ê Adarê de rastî êrîşa tund a polîsan hatin û hatin binçavkirin, di maşineya polîsan de jî li ser tora civakî peyamên xwe dan.

 
Platforam Jinan a Enqerê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 4’ê Adarê de xwest li ber Şaredariya Çankaya mîtîngê pêk bînin, lê polîsan êrîşî jinan kirin û  gelek jin binçav kirin. Ligel barîna zêde jî jinên ji bo mîtîngê kom bûn, polîsan bi hinceta biryara Walîtiya Enqerê ya OHAL’ê destûr nedan jin mitînga xwe pêk bînin.   
 
Jinan guh nedan anonsên “belav bibîn” û xwestin roja xwe pîroz bikin. Li ser vê yekê polîsan pir bi tund êrîşî jinan û gelek jin binçav kirin. Polîsan gaza îsotê avêt jinan, jin bi erdê re kaş kirin, porên wan kişandan û tacîz kirin. 
 
Li jinan ligel vê yekê jî gotin û peyamên xwe dan. Jinên hatin binçavkirin di maşineya polîsan de jî bi biryardarî helwesta xwe nîşanî polîsan dan. Nebiye Mertturk a bi jinên hatin binçavkirin re, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, 3’ê wêyên xwe yên bi jinên hatin binçavkirin re di maşîneya polîsan de kêşandîn parve kir. Mertturk wêneyên xwe bi peyamên “Me hinek gaz xwar, hinek jî baran; lê dîsan jî me karî em dengên xwe di kolanan de olan bidin. Bijî 8’ê Adarê! Em ê bêdeng nebin, em natirsin, em ê koletiyê nekin! #Bijî8Adarê” parvekir. 
 
18 jinên hatibûn binçav kirin, piştî cezayê pare yê li gorî Qanîna Qebahetan li wan hat birîn, hatin berdan.