Bûldan: Tifaqa me tifaqa jinê ye tifaqa azadiyê ye

  • jin
  • 16:32 4 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Mîtînga Platforma Jinan a 8'ê Adarê ku li Qada Azadiyê dest pê kir bi coş didome. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: "Tifaqa me ne heta hilbijartinê ye. Tifaqa me tifaqa jinê ye. Li Tirkiye tifaqa jinê tifaqa azadiyê ye. 

Platforma Jinan 8’ê Adarê, bi şîara “Em li dijî şer, OHAL û zayendperestiyê, ji bo ked, nasname û azadiya xwe li ber xwe didin” li Qada Aazadî ya Bakirkoya Stenbolê bi coşek mezin mîtîng pêk anîn. Jin, ewil li Kolana Dîkîlîtaş kom bûn û heya Qada Azadiyê meşiyan. Jinan guh nedan barana dibare, bi cilên xwe yên herêmî, reng û coşa xwe li hev kom bûn û di kortejên avakirin de bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û li ber erbaneyan goven gerandin.  Tevî barana zêde jin li qadê kom bûn û bi mîtîngê 8'ê Adarê pîroz dikin. 
 
Jinên dinavê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Tevgera Jinên Demokratîk (DKH), Jina Demokrat a Nû, Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Jinên Partiya Karkerên Şoreşger, Jinên Pêşketî, Piştevaniya Jinên Kirkyama, HDP, HDK, Jinên Ciwan ê Azad (OGK), EMEP, Jinên Mala Gel, Piştevaniya Mor û gelek jinên din bi berzkirina dirûşman, tilîlî û lêxistina çepikan ketin qada mîtîngê. 
 
WE WELAT KIR WELATÊ DARBESTAN 
 
Di mîtingê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dema derket ser dikê bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" derket ser dikê. Buldan, polîtîkayên AKP'ê yên şer şermezar kir û wiha got: "Em ji bo zarokên me di şerê we de bên kuştin çênakin û mezin nakin. Em ji hemû darbestên cenazeyan yên tên ber deriyê me aciz in. We ev welat kir welatê dayikên digirin û darbestê zarokên xwe hembêz dikin. Îro jin li çar aliyê cîhanê li ser piyan in. Em hezkirina xwe ji hemû jinên ji bo azadî û demokrasiyê daketine kolanan re dişînin."  
 
ZEXT DÊ BI TÊKOŞÎNA JINAN TÊK BIÇE 
 
Buldan, anî ziman ku li hemû qadê jiyanê jin rastî tundiyê tên û vîna wan tune tê dîtin û wiha got: “Jinên kedkar û karker êdî dibêjin em ji bira, bav û hevserê xwe re îtîatê nakin. Em nakevin fermana we. Ji ber ku yên welat bi rêve dibin vîna jinê tune dihesibinin. Em carek din dibêjin, jin dê li dijî hemû polîtîkayên we yên desteserkirin, tundî û zextan dê mil bidin mil. Ev hişmendî dê bi daxwaz û têkoşîna azadiyê xera bibe. Em kesên ku li welat herî zêde mexdûr bûne û êş kişandine û hêsir rijandine, em dê li dijî polîtîkayên AKP’ê di eniya pêş de şer bikin. Têkoşîna jinê bi salan e didome. Lê vê carê jin dê bi yekêtî û têkoşîna azadiyê  hişmendiya tundî û zextan bişkîne. 
 
JI BO ZAROKÊN ME DI ŞERÊ WE DE BÊN KUŞTIN EM WAN NAWELIDÎNIN
 
Buldan, polîtîkayên AKP'ê yên şer jî rexne kir û wihagot: "Tifaqa me ne heta hilbijartinê ye. Tifaqa me tifaqa jinê ye. Li Tirkiye tifaqa jinê tifaqa azadiyê ye. Em zarokên xwe ji bo di şerê we de bimirin na welidînin. Em naxwazin dayik bigirîn. Em naxwazin wan di ciwaniya wan de defin bikin. Em bang li Hikûmetê dikin. Dema hûn çûn Efrînê li ser navê parastinê hûn çûn. Lê îro li vî welatî hûn nikarin zarokekî biparêzin. Jin dikarin vî şerî û vê tundiyê rawestînin. Têkoşîna jinan dê destûr nede polîtîtîkayên we yên şer. Em dê bi têkoşîna aştî û azadiyê van zextan derbas bikin." 
 
Buldan anî ziman ku heta Figen Yuksekdag, Dayika Sisê ya 70 sali, Sebahat  Tuncel, Gultan Kişanak, azad bibin û dakevin qadan têkoşîna me dê bidomin. Heta jin azad nebe, Tirkiye azad nabe, heta Tirkiye azad nebe Rojhilata Navîn û cîhan Azad nabe.
 
Buldan, bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'ê ya hilbijartinê û wiha got: "Tifaqa AKP-MHP'ê li ser hilbijartinê hatiye avakirin. Hilbijartin bi dawî bibe ew jî dê bi dawî bibe. Lê navê tifaqa me tifaqa jinê ye. Tifaqa me ne heta hilbijartinê ye. Tifaqa me tifaqa jinên Tirkiyeyê ne. Li Tirkiye tifaqa jinê tifaqa azadiyê ye. Tifaqa jinên kurd, ereb, tirk, û hemû jinan e. Tifaqa aştî û azadiyê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku tev li vê tifaqê bibin. Em dixwazin hemû dest bidin hev û bi hevre ji bo wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê tifaqê ava bikin. Heviyên me mezin in. Ji ber ku em partiya wêrekiyê ne. Rêya me dirêj e, lê heviyên me jî mezin in. Serkeftin nêzîk e Jin jiyan azadî." 
 
Piştî axaftina Buldan Hunermend Mizgin Tahîr derket ser dikê û bi stranên Tahîr coş derket asta herî jor. Mîtîng piştî stranan bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû. Jinan li ber stranên Mizgîn Tahir govend gerandin. Piştre Baran Bozyel helbest xwend û herî dawî Koma Alamor derket ser dikê. Endamên Koma  Alamor bi çarikên spî û xemrî derketin ser dikê û mîtîng bi govendê bi dawî bû. Jin bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" belav bûn.