Polîsan li Enqerê mûdaxileyî mitînga 8’ê Adarê kir: Gelek kes binçavkirin

  • jin
  • 15:16 4 Adar 2018
  • |
img

ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê bi boneya 8’ê Adarê xwest li ber Şaredariya Çankaya mitîngê pêk bîne, lê polîsan bi gaza îsotê mûdaxileyê jinan kir, jin bi erdê re kaş kirin û gelek jin binçav kirin.

 
Platforma Jinan a Enqerê di çarçoveyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê xwest li ber Şaredariya Çankaya mîtîngê pêk bîne, lê polîsan bi hinceta biryara walîtiyê destûr neda. Jinên ligel barîna zêde jî ji bo mîtîngê kom bûn, polîsa anonsa “belav bibin” kirin. 
 
BI GAZA ÎSOTÊ MÛDAXILE KIRIN
 
Polîsên ku biryara qedexeya welîtiyê hincet nîşan dan, ligel israra jin jî polîsan tu belge nîşan nedan. Jinên ku qad terk nekirin, polîsan bi gaza îsotê mûdaxiliyê wan kirin. 
 
GELEK BINÇAV KIRIN 
 
Polîsan piştî mûdaxileya tund kirin, gelek jin binçav kirin. Polîsan jin derp kirin û bi erdê re kaş kirin. Çawan ku polîsan mûdaxileyê jinan kir, jinan jî dûrişmeyên “Jin jiyan azadî, “Bijî berxwedana jinan”  û “Em bêdeng nabin û koletiyê nakin” berz kirin. Jinên ku cardin li Kolana Meşrûtiyetê kom bûn, daxuyanî da û mûdaxileya polîsan şermezar kirin.
 
NÛÇEGIHANA ME JÎ BINÇAV KIRIN
 
Li aliyê din, gava polîsan mûdaxıleyê jinan kirin, nûçegihanê me Dîren Yurtsever jî binçav kirin. Nûçegihana me piştî demekê di maşîneyan polîsan de ma û kontrela GBT hat berdan.  
 
Navê hin kesên hatin binçavkirin wihane: Burcu Aktaş, Zehra Guveren, Îrem Sezer, Nebiye Mertturk, Necla Vuranok, Fatma Koçyîgît, Burcugul Çubuk, Selma Tokaç û Fulya Demîr.