Jin bi coş û rengên xwe li Qada Azadiyê ne

  • jin
  • 13:20 4 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Jin bi şîara “Em li dijî şer, OHAL û zayendperestiyê, ji bo ked, nasname û azadiya xwe li ber xwe didin” li Qada Azadî ya Bakirkoyê kom bûn, bi hemû coş û rengên xwe ligel baran dibare jî 8’ê Adarê pîroz dikin.

Jinên Stenbolê bi pêşengtiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê, bi şîara “Em li dijî şer, OHAL û zayendperestiyê, ji bo ked, nasname û azadiya xwe li ber xwe didin” li Qada Aazadî ya Bakirkoya Stenbolê kom bûn, bi hemû coş û rengên xwe ligel baran dibare jî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin.
 
GUH NADIN BARANÊ 
 
Berî mîtîngê Jin, Li Kolana Dîkîlîtaş kom bûn û heya Qada Azadiyê meşiyan. Jinan guh nedan barana dibare, bi cilên xwe yên herêmî, reng û coşa xwe li hev kom bûn û di kortejên avakirin de bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û li ber erbaneyan goven gerandin. 
 
‘EM JI BO AZADIYA XWE LI BER XWE DIDIN’ 
 
Gelek welatiyên derdorê piştgirî dan jin û hin kesên meşa jinan hesim nekirin ji jinan re gotin “Hûn terorîstin.” Jinan jî bi starên xwe bersiv dan van kesan. Jinên di destên wan de dovîz û pankartên “A niha aştî", “Jin aştiyê dixwazin”, “Êdî dê yek ji me jî kêm nebe” hilgirtin, bê naber dirûşme berz kirin. 
 
Jinên dinavê de Tevgera Jinên Azad(TJA), Tevgera Jinên Demokratîk (DKH), Jina Demokrat a Nû, Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Jinên Partiya Karkerên Şoreşger, Jinên Pêşketî, Piştevaniya Jinên Kirkyama, HDP, HDK, Jinên Ciwan ê Azad (OGK), EMEP, Jinên Mala Gel, Piştevaniya Mor û gelek jinên din bi berzkirina dirûşman, tilîlî û lêxistina çepikan ketin qada mîtîngê. 
 
Di mîtînga bernameya wê saet 13.00’an hat destpêkir de, dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Sema Uçar a bi KHK’ê ji kar hat avêtin û ji Piştevaniya Jinan a Esentyali Adîle Dogan biaxivîn.