Keleha peykerê Xwedavend Kibele lêye bi dînamîtan xera dikin

  • jin
  • 12:01 4 Adar 2018
  • |
img

ORDÛ - Tevî biryara dadgehê, ji ber xebatên kana keviran keleha ku peykerê xwedavenda Kîbela lê hatiye çikilandin, bi dînamitan tê xerakirin. 

Keleha Kurul a di xebatên arkeolojik ya di sala 2016'an de peykerê Xwedavend Kîbela derket holê, ji ber xebatên kana keviran bi dînamîtan xera dikin. 
Li gorî nûçeya Rojnameya Hurriyetê Keleha Kurul a peykerê Kîbela lê hatiye dîtin bi dînamîtan tê xerakirin. Ji be ku kana keviran a li milê taxa Boyadi hatiye vekirin, hem kelehê û hem jî peykerê Kîbelayê dixe nava talûkeyê. Piştî dadgehê li ser îtîrazan Wezareta Çand û Turîzmê biryar da ku xebatên Kana Keviran bê rawestandin. Tevî rapora Dadgeha Îdarî ya Ordu ya 15'ê Tîrmeha 2012'an dîsa xebatên Kana Keviran berdewam dike û peykerê Kîbelayê dixe bin talûkeyê 
 
 
Endamên Komeleya Derdorê ya Orduyê bertek nîşanî xebatên kana keviran da û diyar Muzeya Ordu û Lijneya Zanistî ya Keleha Kurulê li hemberî vê yekê bêdenin û bertekên xwe anîn ziman.