Cara yekemîn li Tirkiyeyê Mîhrîcana Nivîsa Jinê pek tê

  • jin
  • 13:00 3 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Mîhrîcana Nivîsa Jinê ya yekemîn a Tirkiyeyê dê di navbera 9 û 18’ê Adarê de pêk bê.  Di Mihrîcana zayendiya civakî û wejeyî bên nîqaşkirin de, dê jin odeyek bi çalakiyên cûda ji bo xwe ava bikin.

Mihrîcana Nivîsa Jinê ya yekemîn a Tirkiyeyê, bi hevkariya Serekkonsolos a Îsveçê, Navenda Pêkanîn û Lêkolînkriina Jinan a Zanîngeha Hunera Xweşik a Mîmar Sînan û Weqfa Navenda Zanîng û Pirtûkxaneya Eserên Jinan dê dinavbera 9 û 18’ê Adarê de pêk bê. Dê mîhrîcan di 4 wargehên cûda de bê lidarxistin û di mîhrîcanê de 10 panel û 6 goftîgo bin dayîn û 3 maseyên gilover, 3 forum, 4 atolye, 2 performans û pêşangehek dê bên vekirin.    
 
En ku dixwazin derbarê mîhrîcanê de agahiyên berfireh bigirin, dikarin bikevin vê adresa înternetê. www.kadinyazisi.com ve bilgi@kadinyazisi.com