Banga jinan a 8'ê Adarê: Werin em bibin yek deng

  • jin
  • 12:20 3 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Amadekariyên Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê ya ji bo mîtînga 4'ê Adarê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bînin didome. Jinan bang li hemû jinan kirin  û gotin: “Werin em bibin yek deng. Em bi hevre li dijî şer û koletiyê dengê xwe bilind bikin û bêjin na." 

Platforma Jinan a 8'ê Adarê, di 4'ê Adarê de dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê mîtîngê pêk bînin. Jin, dê bi şîara “Li dijî şer, OHAL, zayendîparezêiyê, ji bo ked, nasname û azadiyê em têdikoşin" bi tevlêbûna deh hezaran mîtîngê pêk bînin. Mîtîna ku jinan destûr ji Walîtiyê stendin, dê saet di 11’an de li Kolana Dikilitaşê kom bibin û bimeşin Qada Mîtîngê. Jin dê saet di 13.00’an de dest bi mîtîngê bikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, Sema Uçar a hat îxrackirin, Endama Piştevaniya Jinan a Esenyali Adile Dogan dê tev li mîtîngê bibin. Di mîtîngê de dê Mizgin Tahîr û Koma Alamurê bi zimanên cuda di mîtîngê de bistrên. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê û endama Platformê Esengul Demîr û Endama Meclisa HDP'ê Zeynep Boga, bang li hemû jinan kir ku tev li mîtîngê bibin. 
 
‘EM LI DIJÎ ŞER LI QADAN BIN' 
 
Esengul Demîr, anî ziman ku 15 rojin amadekariya mîtîngê dikin û dê her kes bi pankart, flama û dirûşmeyên xwe tev li mîtîngê bibin û wiha got: "Îro li hemû kolan û navçeyên Stenbolê maşînê bangê digerin û banga mîtîngê dikin. Xebatên me dê heta deqîqeya dawî bidomin. 
 
Demîr, anî ziman ku jinên di her qadê jiyanê de têdikoşin, dê di 8'ê Adarê de li dijî şer bi ruhê Adarê têkoşîn û tengê xwe bilind bikin û wiha got: "Em di nava şer û OHAL'ê de 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Bi yatbetî divê jin li dijî şerê ku Tirkiye li ser Efrînê daye destpêkirin dengê xwe bilind bikin. Divê jin li dijî şer li qada 8'ê Adarê be. Divê jin li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Mitînga 8'ê Adarê dê rengê Newrozê diyar bike. Dê 8'ê Adarê û Newroz dê bibin qadên platformên gel. Ji ber vê yekê divê hemû jin dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. 
 
‘EM BIBIN YEK DENG' 
 
Endama Meclîsa HDP'ê Zeynep Boga jî xwest hemû jin li djî komkujiyan û qirkirinê bibin yek deng û wiha got: "Em daxwazên xwe yên wekhevî, azadî û demokrasiyê bi hevre bilind bikin. Divê hemû jin dakevin qadê û dengê xwe bînin ziman. Divê hemû jinên kurd, tirk, ereb, çerkez yên din tev li mîtîngê bibin. Ger ku em nebin yek deng dê komkujî û kuştin zêde bibe. Ji bo kuştin û komkujî nebe qedera me em ji niha de bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em bibin yek û xwe bêtir bi rêxistin bikin. Roj roja berxwedan û yekîtîyê ye. Werin em bi hevre li djî şer, koletî, tundî û pergala mêr bibin yek û bi hevre bêjin na."