TJA: Êrîşî vîna jinan dikin

  • jin
  • 14:37 6 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Hevparên TJA yên Amedê, diyar kirin ku betalkirina wekîltiya Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Besîme Konca êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye. 

Hevparên Tevgara Jinên Azad (TJA) yên Amedê, derbarê betalkirina wekîltiya Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Besîme Konca de li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîna çapemeniyê lidarxist. Endamên Meclisa Jinan ên HDP û DBP’ê beşdarî civînê bûn û betalkirina wekiltiya Konca şermezar kirin.  
 
Aktîvîsta TJA Elîf Haran, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Konca salên dirêj aktîvîstiya jinan dike û dirêzên herî pêş de têdikoş e. Li koçeyan, dadgehan, girtîgehan û herî dawî li Meclisê li dijî desthilatdariya zilam û hişmendiya dijminantiya jinê têkoşiya. Konca di serî de jin, bi 6 mîlyon deng hat hilbijartin. Konca parlamenterê gel û jinan e. Biryara meclisa AKP’ê ya li dijî vîna gelan ne qanûniye.”
 
‘ÊRÎŞ BÎRDOZIYE’
 
Haran, bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan û wiha bilêv kir: “Dewleta Erdogan-AKP’ê di rûniştina yekem a meclisa salan nû de, diyar kir ku dê polîtîkayên dijmimnantiya jinê bi rêve bibe. Bi ‘qanûna  miftîtiyê’ ku şand meclisê jinên HDP’î kiriye hedef. Bi betal kirina wekiltiya Konca re cardin nîşan dan ku ka çiqas ji têkoşîna jinan ditirsin. Betalkirina wekiltiya Hevaroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP’ê Nursel Aydogan, Tuba Hezer û îro jî Besîme Konca bi vê yekê ve girêdayî ye. Ev êrîşek polîtîk û bi bîrdoziye.”   
 
‘VÎNA TÊKOŞÎNA JINAN E’
 
Haran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê bi têkoşîn û berxwedan jinê, polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan vale derbixîn in. Fîgen, Besîme, Nursel û Tuba vîna têkoşîna jinan e. Biryarên meclisa KAP’ê nikarin vê rastiyê biguherîn in. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe derbikevin. Jiyana azad dê bi destê me jinan pêkan be. Teqez em ê biserbikevin.”