Li Stenbolê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 11:05 19 Adar 2022
  • |
img
STENBOL - Zilamê bi navê Î.B. li otoparka navenda dan û stendinekê ya li navçeya Bakirkoyê, jina bi navê Y.S. qetil kir. 
 
Zilamê bi navê Î.B. (21) li otoparka navenda dan û stendinekê ya li navçeya Bakirkoy a Stenbolê, jina bi navê Y.S. (21) bi çekê qetil kir. Pişt re faîl bi heman çekê întîhar kir.  
 
Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û yên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Zilamê faîl li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Y.S. ya ku tîmên tenduristiyê bi awayekî giran birîndarkirî birin nexweşxaneyê, li wir jiyana xwe ji dest da. 
Hat hîn bûn ku Î.B. û Y.S. xwendekar in û cenazeyên wan ji bo ku otopsiya wan bê kirin rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK).