Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin

  • jin
  • 14:53 17 Adar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Giştî ya ÎHD’ê diyar kir ku 23 jinên duh li Amedê hatine binçavkirin, rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatine. 

 
Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, polîsan duh li Amedê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rêveberên sendîqeyan jî di nav de bi giştî 23 jin hatin binçavkirin. Têkildarî binçavkirina jinan de li Amed û Êlihê daxuyanî hatin dayîn. 
 
AMED
 
Seroka Giştî ya Komeleyên Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û parêzerên dosyayê têkildarî mijarê îro li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxuyanî dan. Keskîn di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di dema serdegirtina malan de tundiya fîzîkî û psîkolojîk li jinan hatiye kirin. Di berdewamê de Keskîn anî ziman ku tundiya li dijî jinan, polîtîk e û hikûmet bi polîtîkayên xwe rê li ber vê tundiyê vedike. Bi domdarî Keskîn diyar kir ku divê her kesê xwe weke muxalîf pênase dike li dijî van operasyonan derkeve û wiha got: “Heke hûn qala çareserkirina pirsgirêka kurd û tundiya li ser jinan bikin, wê demê hûn neçar in ku aliyekî bigirin. Divê hevalên me di zûtirin dem de bên berda.” 
 
BIRYARA NEPENIYÊ YA LI SER DOSYAYÊ DIDOME 
 
Ji parêzerên dosyayê Berfîn Polat jî got ku ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina parêzeran hatibû dayîn û ev agahî dan: “Her wiha li ser dosyayê biryara nepeniyê heye. Li ser îtîraza me jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate rakirin. Me duh bi wan re hevdîtin kirin. Lê biryara nepeniyê didome. Lewma em nizanin bê ka çima hatine binçavkirin.” 
 
ÊLIH
 
Bi heman mebestê li Êlihê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û gelek jin amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tu kes nikare pêşî li têkoşîna jinan bigire” hatibû vekirin. 
 
Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’ê Gurbet Dogan diyar kir ku bi van binçavkirinan dixwazin gefê li têkoşîna jinên kurd bixwin û wiha domand: “Ev binçavkirinên beriya Newrozê belasebep nehatine kirin. Ev tundiya darazê ku ji berê heta niha didome dê nekare me têk bibe û bi me paşve gav bide avêtin. Me serî netewand û dê netewînin jî. Banga me ew e ku hevalên me bên berdan.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.