Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî

  • jin
  • 10:48 13 Adar 2022
  • |
img
STENBOL - Endama Jin bi Hev re Bihêz in Tûlay Korkutan anî ziman ku bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî û wiha got: “Piştevaniya me dê dîwarên girtîgehan hilweşîne.” 
 
Ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirinên li girtîgehan ên li dijî girtiyên jin û LGBTÎ+’yan û rewşa girtiyên nexweş, Jin bi Hev re Bihêz in (KBG) di 1’ê adarê de dest bi kampanyaya “Li dijî tundiya mêr-dewletê yên li girtîgehan, jin bi hev re bihêz in” dabûn destpêkirin. Starta kampanyayê li pêşiya Girtîgehan Jinan a Bakirkoyê hatibû dayîn. Têkildarî mijarê endama Jin bi Hev re Bihêz in Tulay Korkutan ji ajansa me re axivî. 
 
Korkutan, bal kişand ser binpêkirinên di demên dawî de li girtîgehan tên kirin û wiha got:“Şert û mercên li girtîgehan roj bi roj xerabtir dibin. Lewma me dest bi kampanyayê kir. Armanca me ew e ku em tundiya mêr-dewlet a li girtîgehan teşhîr bikin û li dijî wan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Nîqaşa vê kampanyayê di ‘Foruma Piştevaniya bi Jin û LGBT+’yan re’ de hate kirin. Niha jî tundiya zayendî ya li girtîgehan di rojeva me de ye û dê di demên pêş de ji bo vê mijarê çalakî bên kirin.”
 
SEDEMA DESTPÊKIRINA KAMPANYAYÊ
 
Di berdewamê de Korkutan, Garîbe Gezer û Aysel Tugluk bi bîr xist û wiha domand: “Di lêpirsîna ji bo îşkenceya zayendî ya li Garîbe Gezer hatiye kirin dabûn destpêkirin de biryara neşopandinê dan. Aysel Tugluk jî tevî raporan nayê berdan û terkî mirinê dikin. Di nîqaşên me de hinek dane hatin berhevkirin û me raporek amade kir. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide, Garîbeyê bangî me dikir. Digot ku rastî tundiya zayendî ya rêveber û gardiyanên girtîgehê tê. Demekî kin piştre jî agahiya xwekuştina wê hat. Piştî Garîbeyê jî agahiya mirina 8 girtiyên nexweş hat. Lewma me jî dest bi vê kampanyayê kir.” 
 
XURTKIRINA PIŞTEVANIYÊ
 
Bi domdarî Korkutan got ku wan bi kampanyaya xwe xwestin bibin dengê jinên girtî û wiha bi dawî kir: “Zextên li ser jinên girtî hîn zêdetir bûne. Rojname û kovaran nadin wan. Rêveberiya her girtîgehê li gorî keyfa dilê xwe nêz dibe û zextê li girtiyan dikin. Her wiha di mijara tenduristiyê de pirsgirêkên girîng hene. Tiştên li qantînê biha ne, jin nikarin alavên hijyenê û pedan peyda bikin. Tundiya zayendî zêde bûye û tevî raporên ATK’ê jî girtiyên nexweş nayên berdan. ATK, li gorî peyamên desthilatdariyê tevdigere. Banga me ji bo desthilatdariyê ew e ku êdî nebin sedema mirina girtiyan. Di şexsê Aysel Tugluk de em dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Kesên destdirêjiyê li jinan dikin bi hinceta ‘rewşa baş’ tên berdan lê girtiyên siyasî û jinên mafê xwe yê parastinê bi kar tînin nayên berdan. Em ê vê durûtiyê qebûl nekin. Dê çalakiyên me yên ji bo girtîgehan bidomin. Em ê piştevaniya xwe xurtir bikin, dîwarên girtîgehê hilweşînin û bibin dengê jinên di girtîgehan de.” 
 
MA / Esra Solîn Dal