Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin

  • jin
  • 13:16 11 Adar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sibe dê bi tevlibûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, li Silêmaniyeyê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin. 

Ji bo nirxandina rewşa jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê, sibe dê bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekitiya Jinan a Kurdistanê li Silêmaniyeyê bi dirûşma “Dawî li qirkirina jinan bînin”, Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin. Dê ji her çar parçeyên Kurdistanê jin beşdarî şêwirê bibin. 
 
Şêwira Jinên Kurd dê sibe li Hola Tewar a Silêmaniyeyê saet di 10:00’an de dest pê bike û heta saet 15.00’an jî berdewam bike. Di şêwirê de dê 2 panel bên dayîn û 5 mijar bên nîqaşkirin. Bi dawîbûna panelan re jî dê encamnameya şêwirê bê ragihandin.
 
MIJARÊN ŞEWRÊ
 
Şêwir, bi axaftina Sekretera Yekitiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman û Hevseroka Kongreya KNK’ê Zeyneb Mûrad dê dest pê bike. Di panela yekemîn de mijara “Tundiya li ser jinan, girtina jinan a ji hêla desthilatên siyasî ve, di nasnameya jinan de rola qanûn û çandê, rewşa jinan a di bin zextên siyasî de” û di panela duyemîn de jî dê mijara “Rewşa jinan a dibin desthilatdariya dagirkeran de, rewşa jinên Êzdî ya roja me de” bên nîqaşkirin. 
 
Tê payîn ku ji her çar parçeyên Kurdistanê jinên aktîvîst û parlamenterên jin beşdarî şêwirê bibin.