Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin

  • jin
  • 16:19 7 Adar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK’î û PAJK’î ji bo 8’ê Adarê daxuyanîiyeke nivîskî dan û ev tişt gotin “Li ser esasê regeza Bîrdoziya Rizgariya Jinan a Rêbertiya me, divê zindan di serî de em li her derê nêrîna jinan serwer bikin.”
 
Girtiyên PKK’î û PAJK’î bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, girtiyan di daxuyaniya xwe de gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku dibêje ‘Ne rojek divê hemû roj bibe ya jinan’ tê bibîrxistin û gotine “Em xwe li ser xeta azadiyê, felsefe û çanda berxwedanê ya Rêbertiya xwe xurt dikin û bi vî ruhî li hemberî faşîzm û feraseta mêrserwer û her cure şîddeta dewletê ya li ser jinan, xwedî li keda xwe derdikevin û xwe diparêzin, bi perspektîfa ‘Li hemberî qirkirina jinan, dem dema azadiya jin û civaka azad e’ ya partiya xwe têdikoşin. Dayika Emîne ya ku bi nobeta edaletê ya meşrû bûye sembol di serî de, em 8’ê Adarê ya hemû dayikan û gelan, têkoşîna wan a wekhevî û azadiyê û lêgerîna wan a edaletê pîroz dikin."
 
Berdewama daxuyaniyê bi tevahî wiha ye:
 
"Di nava dîrokê de pêşveçûna feraset û pergalî di warê mêrserwer de dema ku cihê bûye, keda jinê tune hatiye hesibandin, hebûna wê jî ji wateya xwe bû. Jinan hê dengê xwe nekirine lê tavilê tê diyarkirin ku êrişkar in û jina ku têdikoşe wekî dijminê mêran tê hesibandin. Rolên wekî hevjîn, dayik, heval, ji ferman û daxwazan re amade ne ya ku hişê mêr-dewlet empoze dike û civak qebûl dike, bi awayekî ji awayan hatiye qebûlkirin. Divê îdeolojiya mêrê serwer û jina girêdayî were qedandin. Di 1857’an de 129 jin li DYE ji bo ku karibin heqdestê xwe bistînin û ji mêtingeriyê re bibêjin êdî bes e, helwesta xwe danîne holê û bi ked û hewldaneke mezin 8’ê Adarê wekî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatiye îlankirin.
 
Li ser vê axê ya ku her roj cînayeta jinan pêk tê, fihûş û tiryak wekî konsepta şerê taybet tê geşkirin, nivîskarekî feraseta qirker û faşîst a AKP û MHP’ê ya mêtinger ji ber ku jinan li hemberî qederê gotine serhildan, bi ‘îffet’ê henekê xwe bi wan dike. Ev tişt berhema feraseta dewlet û mêran e. 
 
ŞER RASTIYA MODERNÎTAYA KAPÎTALÎST E
 
Li hemberî van tiştan li ser esasê regeza ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinan’ a Rêbertiya me, bi parvekirina tecrubeyên jinan, bi geşkirina feraseta zayendiyê û zindan di serî de em dikarin reng û nêrîna jinê li her derê serwer bikin. Bi heyecan û hêviya ku em bi têkoşîna xwe dikarin fikr, hest û aliyê xwe diyar bikin û Rêbertî di serî de yê ku rizgariya jinê, azadî û têkoşîna wê kiriye bingeh û geş kiriye, em 8’ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikin. 
 
Krîza aborî û siyasî ya di asta global de diqewime, şerê li gelek deverên cîhanê rû dide, mêtingerî, hilweşandin, xizanî, koçberkirin û penaberiya ji ber şer, gurbûna zayendîperestî û olperestiya ku di mînaka Efganistan-Talîbanê de eşkere bû, şerê Rûsya-Ûkrayna yê hêzên hegemonîk, rastiya şer a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê rastiya hêzên hegemonîk ên global, rastiya nerêveberiya sîstema modernîteya kapîtalîst e. Dewamkirina êrişên li ser Rojava, êrişa li dijî şoreşa jinê ye. Êrişên li ser Şengalê êrişên li dijî destketiyên civaka Êzidî ye ku di fermana 73'emîn de bi paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêbertî bi berxwedanê bi dest xistine. Êrişên li ser Mexmûrê û qadên azad, komkujiyên hêzên dlogal û hevkarên wan ên herêmî ye ku di şexs û piştgiriya PDK'ê de dikin. Êrişên zîhniyeta qirker a AKP-MHP a faşîst mêtinger ên li dijî jinan û gelan, operasyonên qirkirinê, girtina zarok, ciwan, extiyaran nîşaneya bêçaretî û têkçûna wê ye.
 
'BI TÊKOŞÎNÊ EM DIKARIN TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê me, derneketina hevrêyên me yên nexweş ên li girtîgehan ji zindanan, bernedana hevreyên me yên ku cezayên wan temam bûne, ferzkirina teslîmiyetê bêçaretiya desthilatdariya faşîst û hewldanên wê yên dawî yên hilweşînê ye. Di serî de misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me, bidestxistina mafê tenduristiyê ji bo hevrêyên me yên nexweş, pêkhatina normên hiqûqî bêyî binpêkirina pîvana wekheviyê, bi berxwedana li her derê, bi fikra stratejîk, sekna rêxistinî û tevlîbûna rast dibe, bi têkoşînê pêk tê.
 
Bi navê girtiyên PAJK û PKK'î yên li zindanan em dibêjin; ji bo cîhan û jiyaneke azad, li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, rêxistinkirina jin û civakê, mezinkirina têkoşînê, kûrbûna li ser bingeha aqlî-fîzîkî-ruhî, azadiya Rêberê me, bidawîkirina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me hinceta me ya hebûnê ye. Li ser vê bingehê, mîrateya azadiyê 129 jinên li New Yorkê hatin qetilkirin, xwişkên Mîrabel, Clara, Rosa, Zîlan, Bêrîtan, Leyla, Şîlan, Sara, Sema, Garîbe, Denîz û gelek hevrêyên me yên jin, bi qîrîna azad û rêxistinî ya li qadan dikarin werin qezençkirin. Serketin ya hevrê û gelên berxwedêr e."